NY: Li Lubnanê ruxmê agirbestê jî jin tên kuştin

Neteweyên Yekbûyî ji bo rewşa Lubnanê raporek weşand. Di raporê de eşkere dibe ku êşa jinan li Lubnanê zêde bûye, di 3 hefteyên borî de tevî agirbestê 25 jin hatine kuştin û 109 jin jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Ruxmê ku li Lubnanê agirbes jî hatiye ragiyandin lê ji rewşa şer ya heyî herê zêde jin û zarok bandor dibin. Taybetî ji ber ku alozî û koçberiya bi darê zorê berdewam dikin, barê wan girantir dikin û wan dixin ber xetereyên aborî û ewlehiyê yên zêde.

Di nav 3 hefteyan de 25 jin hatine kuştin

Raporên NY nîşan didin ku di sê hefteyên borî de li Lubnanê 25 jin hatine kuştin û 109 jin jî birîndar bûne, tevî ku peymana agirbestê di 17’ê Nîsanê de ketiye meriyetê. Rêvebira herêmî ya Jinan a NY duh diyar kir ku ev hejmar "xetereyên giran" nîşan didin. Dema ku jin û keç hewildidin vegerin malên xwe ev rewşa şer hêja jî gefê li wan dixwe.  

Êrîş zagonên navneteweyî bin pê dike

Wî ragihand ku encamên mirovî yên giran ji bo jin û jinên ciwan, di nav de kuştin û koçberî, bênavber berdewam dikin. Raporê tekez kir ku ev êrîş binpêkirinek eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ne û destnîşan kir ku êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên berdewam, fermanên valakirinê, sînorkirinên li ser vegera hin deveran û sînorkirinên tevgerê hemû rê li ber niştecihan digirin ku vegerin malên xwe û zêdetirî nîv milyon jin û jinên ciwan bêwar hiştine.

Rewşa jiyanê xirabtir dibe

Karbidestê NY hişyarî da li ser krîza ewlehiya xwarinê ya xerabtir û eşkare kir ku mirovên koçber neçar mane ku giyayên kovî berhev bikin da ku malbatên xwe xwedî bikin. Li gorî texmînên Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC), Jinên NY texmîn dikin ku di mehên pêş de bi qasî 144 hezar jin û jinên ciwan dê bi astên tûj ên bêewlehiya xwarinê re rûbirû bimînin, ku bi tevahî digihîje dora 639 kes.

Agirbestê cidî pêk bînin

Ew dibêje ku pêdivî pê heye her du alî bi agirbestê ve girêdayî bin, ji bo aştiyek mayînde şert û mercên guncav were avakirin. Her wiha berxwedana koçberan û biryardariya wan a vegerê û ji nû ve avakirinê, tevî rewşa xirab a li başûrê Lubnanê, piştrast kir.