Li Xezayê kesên alîkariya mirovî digrin dibin hedefa êrîşan
Hêzên Îsraîlê li Zîvala Xezayê li dijî sivîlan birçîbûnê wek çekê bikar tînin. Bi taybetî di planê paşîn de li qadên alîkariyê ku Îsraîlê ava kirine, Filistînî dibin hedefa êrîşan.

REFÎ ÎSLÎM
Xeza – Îsraîlê navendên belavkirina alîkariyê ku li Zîvala Xezayê ye, vegerandiye kemîna kuştina sivîlan. Filistîniyên ku nikarin xwe bighînin pêdiviyên bingehîn, bi birçîbûn û xizaniyê re rûbirû tên hiştin. Zarok yek bi yek ji ber kêmxwarinê dimirin. Lêkolîner Îlham Şamalî tiştên li herêmê tê jiyîn û tabloya derketiye holê, ji ajansa me re nirxand.
‘Mirovan mehkûmî birçîbûnê dikin’
Îlham Şamalî difikire ku divê li Zîvala Xezayê jin berî her tiştî balê bidin ser tiştên ku dijîn. Îlham da zanîn ku jin neçar hatine hiştin ku li dijî êrîşên bêwarkirinê bi tenê têbikoşin û qadên alîkariyê jî kirine amûra siyasetê. Îlham anî ziman ku hema bêje her roj dibhîzin ku qadên alîkariyê tên hedefgirtin û got ku ev rewş tê wateya mehkûmkirina mirovan a bi birçîbûnê û wiha got: “Ev rewş bi taybetî çeka herî bêrehm ku di şeran de li dijî jin û zarokan tê bikaranîn e.”
‘Tê xwestin alîkarî bi dawî bibin’
Îlham Şamalî da zanîn ku vekirina zêdetir navendên belavkirinê ya Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezayê, tê wateya sûcên li dijî Filistîniyan û wiha got: “Bi taybetî ev gav, ji bo welatiyên bajar ên di dorpêçê de, hewl dide ku xebatên saziyên wek UNRWA ku alîkariya mirovî û bi awayek adilane û ewle û mafê gihandinê mîsoger dike, xebata OCHA û gelek saziyên din ên NY ku di qada alîkariya mirovî de dixebitin, bi dawî bike.”
‘Dixwazin saziyên serbixwe dagirin’
Îlham Şamalî balê kişand ser armanca van saziyan û axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku Zîvala Xezayê bi awayek leşkerî ji rêveberiya Hamasê hat stendin, saziyên serbixwe ji bo ku valatiyê dagire û ji bo kontrolkirina bajar gavan davêje. Armancek din a avakirina vê saziyê jî, avakirina kaosê û zêdekirina hejmara miriyan e. Ji 27’ê Gulanê heta niha 9 kesên winda di nav de zêdeyî 300 kesan, dema alîkarî digirtin hatin qetilkirin û êdî venegeriyan. Ev sûcê eşkere ye.”
‘Armanc kontrolkirina mirovan e’
Îlham Şamalî destnîşan kir ku Îsraîl dixwaze bi vê riyê Xezayê kontrol bike û wiha got: “Zîvala Xezayê perçe kirin û zêdebûna nifûsê kirin bin kontrola xwe û zorê dan ser gel ku ber bi van navendan ve biçin. Li gorî plana leşkerî ya tavgera Gideon, ji bo Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezayê divê çar navend bûna. Lê belê tenê du ji vana hebûn. Yek li Refahê ye, cihê ku li bajarek ku hemwetî ne diyarin de zorî lêkirin rotayek hatî diyarkirin bişopînin û êrîşî hemû kesên jê rota derbikeve dikin e. Ya din jî Netzarim e û herdû jî li başûrê Zîvala Xezayê ne. Bi gotinek din, li bakurê Zîvala Xezayê tu navendek nehatiye diyarkirin.”
‘Li Xezayê kaos serdest e’
Îlham Şamalî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hêzên Îsraîlê, hedef dikin ku bi temamî nifûsê li Refahê bicîh nekin, li herêmek wê ya diyar dîl bikin. Ev pêvajo tê wateya guherîna demografiyê. Hinek navendên alîkariyan ji aliyê kesan ve hatin talankirin. Zorê dide ser mirovan ku ber bi alternatîfên ku dawiya wan xirab e ve herin. Bi taybet jin, ji bo ku xwe bighînin van alîkariyan, gelek hewl didin. Jin rastî gelek binpêkirinan tên. Li Xezayê kaosek aşkera serdest e. Saziyên ku xebat dikin, divê bi taybetî gavên ku jiyana jinan asan dikin bavêjin.”