Li Xezayê kêmxwarin sê qat zêde bûye
NY’yê hişyariya ‘Li seranserê Zîvala Xezayê ku êrîş û dorpêça Îsraîlê lê didome, kêmxwarin sê qat bûye. Ev tê wateya ku ji her çar zarokan yek jê hê zêdetir kêmxwarinê dijî’ kir.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xeza bê navber didomin. Berdevkê Sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Stephane Duharric di civîna çapemeniyê ya rojane de têkildarî herêmê agahî da.
Berdevk da zanîn ku rayedarên Ofîsa Koordînasyona Karê Mirovî ya NY (UNOCHA) hişyarî da ku rewşa xaka Filistînê her diçe girantir dibe û got: “Hevpîşeyên me dibêjin her roj zarok, mezin tên qetilkirin, birîndar dibin û ji cihên wan bicîh kirine, birçîbûn û kêmxwarin kûr dibe.”
Rêjeya kêmxwarinê zêde dibe
Li gorî daneyên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) parve kirin, hat diyarkirin ku ji dema bidawîbûna agirbestê heta niha li seranserî Zîvala Xezayê zêdetirî 95 hezar zarokên di navbera 6 mehî û 5 salî de, pirsgirêka kêmxwariniyê dijîn. Li gorî daneyan li Zîvala Xezayê di nivê meha Tebaxê de belavbûna kêmxwarinê ji sedî 15,8 zêde bûye. Stephane Dujarric anî ziman ku ev rewş tê wê wateyê ku li Xeza kêmxwarin sê qat zêde bûye û wiha got: “Li bajarê Xezayê kêmxwarinî gihîştiye ji sedî 28,5’an, ev jî tê wê wateyê ku ji her çar zarokan yek, zêdetir kêmxwarinê dijî. Ji dema agirbest bi dawî bûye heta niha li bajarê Xeza belavbûna kêmxwarinê hema bêje şeş qat zêde bûye.”