Çalakiya Dayîkên Aştiyê berdewam dike

Nêzî 300 Dayîkên Aştiyê ku ji 24 bajaran hatin Enqerê û xwestin di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên berbiçav bên avêtin, piştî destpêkirina Nobeta Aştiyê ya li Parka Kurtuluşê, gihîştin Meclîsê.

Enqere –  Dayîkên Aştiyê ku ji bo daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya girtiyên siyasî û gavên berbiçav ên derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatin Enqereyê û dest bi çalakiya nobetê kirin, şeva xwe ya yekem li Parka Kurtuluşê derbas kirin.

Dayîkên ku tevahiya şevê bi stran, tilîliyan û govendên gelêrî nobet girtin, ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş, serê sibê ber bi baregeha Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) ve çûn.

Piştre dayîk hatin Meclîsê da ku bi partiyên siyasî re hevdîtin bikin.