Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 60 hezar 430 kes

Hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê li ser Xezayê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane di nava 24 saetên dawî de 98 zêde bû û gihîşt 60 hezar û 430’an.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, têkildarî êrîşên artêşa Îsraîlê ya li dijî Zîvala Xezayê daxuyaniyek nivîskî weşand. Wezareta Tenduristiyê, ragihand ku di 24 saetên dawî de 98 mirî û hezar û 79 birîndar veguhestine nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê.

Li Xezayê zarokek din jî ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest da

Hate diyar kirin ku di encama êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 18’ê Adarê ve vir li Xezayê pêktîne de, 9 hezar û 246 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 36 hezar û 681 kes jî birîndar bûn. Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmehê ve di êrişên Îsraîlê li ser Xezayê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane bû 60 hezar û 430 û hejmara birîndaran jî bû 148 hezar û 722 kes. Tê diyar kirin ku li Zîvala Xezayê hêj bi hezaran mirî di bin kavilan de ne.

Hate ragihandin ku di 24 saetên dawî de li Zîvala Xezayê ku Îsraîlê xelayê ferz dike, 7 Filistîniyên din ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane 93 jê zarok bi giştî bû 169’an.

Di êrîşên dawî yên Îsraîlê de 29 Filistînî jiyan xwe ji dest dan

Îsraîlê carek din êrîşê Filistîniyên li xalên alîkariya mirovî kir. Li bajarokê Zewayîda yê naverasta Xezayê jî di êrişeke hewayî ya Îsraîlê ya li dijî mala wan de, 5 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî Filistinên li bajorekê de kesek jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndarbûn. Her wiha hate diyar kirin ku droneke artêşa Îsraîlê li Xaçerêya Sînaa ya bakurê bajarê Xezayê bombeyek avêt kampeke koçberan, di encamê de ji malbata Semûr 3 kes jiyan xwe ji dest dan. Hate diyarkirin ku di bombebarana li ser kampeke li bakurê rojavayê Xan Yûnisê de jî 2 jin jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Refahê ya başurê Xezayê, di encama artêşa Îsraîlê ya li dijî Filistîniyên li nêzîkî navendeke belavkirina alîkariyê li benda alîkariyê pêkanî de, kesek jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn. Di encama artêşa Îsraîlê ya li nêzîkî Xan Yûnis û navenda belavkirina alîkariyê ya Amerîkî-Îsraîlî ya li bajarê Xezayê de, 17 Filistînî jiyan xwe ji dest dan.

Di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî malekî li nêzîkî Kolana Ayidiyya ya li bajarê Xezayê de, gelek kes birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê li başûrê Xan Yûnisê êrîşên xwe yên li dijî mal û avahiyan domand.

‘Pêdivî rojane herî kêm 600 kamyonên alîkariyê heye’

Ofîsa medyayê ya hikûmeta Filistînê ya li Xezayê, diyar kir ku duh destûr hatiye dayîn ku  tenê 73 kamyonên alîkariya mirovî bikevin Zîvala Xezayê. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Piraniya 73 kamyonên alîkariyê yên ku ketine Xezayê,  ji ber birçîbûn û kaosa ewlehiyê ya ku bi awayekî pergalî û bi zanebûn ji aliyê dagirkeriya Îsraîlê ve tê meşandin, rastî talankirin û diziyê hatin." Hate diyar kirin li Xezayê ku Îsraîl qirkirinê pêktîne û bû sedema hilweşandina binesaziyê, ji bo mîsogerkirina xizmetên tibî û xurekê pêdivî rojane herî kêm 600 kamyonên alîkariyê heye.

Li Xezayê karesek mirovî tê jiyîn

Zîvala Xezayê di bin êrîş û dorpêça tund a Îsraîlê ya alîkariya mirovî sînordar dike de, karesatek mirovî ya birçîbûn belavdibe û av, derman, pêdiviyên bijîşkî û pêdiviyên paqijiyê nayê peyda kirin, dijî.

Li Xezayê 2 milyon kes ji cih û warên bûn

Li Xezayê ku nifûs wî nêzîkî 2.3 milyon e, hejmara mirovên ku ji ber êrîş û biryarên dersînorkirinê yên Îsraîlê ji cih û warên xwe bûn gihişt 2 milyon û gelek kes gelek caran ji cih û warên xwe bûn.