18 saziyên jinan ên Sûriyeyê bi Sekreterê Giştî yê NY’ê re civiyan
18 saziyên jinan ên Sûriyeyê, nameyeke hevbeş ku tê de behsa rewşa jinan, rewşa aborî, edalet û şert û mercên li welat tê kirin, pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.
Navenda Nûçeyan – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, duh li Şamê bi nûnerên 18 saziyên jinan ên Sûriyeyê re civînek li dar xist. Civîn li Hotela Şîreton pêk hat. Di civînê de jinan li ser rewşa jinan, aborî, edalet, kiryarên li taxa Şêxmeqsûd, herêma peravê û Suweydayê nîqaş kirin. Her wiha nameyek ku parastina mafên Kurdan û rakirina encamên polîtîkayên Kembera Erebî dihewîne, pêşkêş kirin.
Endama Komîteya Têkilî û Lihevkirina Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed jî li ser navê Kongra Star beşdarî civînê bû.
18 Saziyên jinan di bin 3 koman de xwe bi rêxistin kirin
Beriya niha 18 saziyên jinan wekî 3 koman xwe bi rêxistin kiribûn û der barê rewşa Sûriyeyê de civînên online pêk anîbûn. Van sê koman 3 name amade kiribûn û di civînê de her sê name hatin nîqaşkirin.
Naveroka Nameyê
Naveroka nameyan li ser rewşa jinan, aborî, edalet û rewşa civakî ya Sûriyeyê bû. Her wiha di nameyekê de bal hat kişandin ser kiryar û binpêkirinên li dijî gelê Şêxmeqsûd, herêma peravê û gelê Suweydayê. Dîsa mijara parastina mafên Kurdan û rakirina encamên polîtîkayên Kembera Erebî di nameyê de hatin diyarkirin.
Antonio Guterres jî diyar kiriye ku ew ê li ser daxwazên di nameyan de rawestin. Her wiha wan anî ziman ku ew jî dizanin beşdariya jinan di hikûmeta demkî ya Şamê de kêm e û di van mijaran de bi hikûmetê re di nava nîqaşan de ne.