Li Xezayê êrîş didomin
Tevî agirbestê êrîşên li ser Zîvala Xezayê didome. Li gorî daneyên NY, di nava du salan de di şer de zêdeyî 72 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan – Tevî agirbestê li Zîvala Xezayê operasyonên leşkerî didome. Li herêmê gelek tax bûne hedefa êrîşên ku sivîlan raste rast dikin hedef.
Ofîsa hikûmeta Xeza, ragihand ku piştî agirbesta 10 Cotmeha 2025’an kete meryetê, zêdeyî hezar û 620 binpêkirin qeyd kirine. Di encama van binpêkirina de zêdeyî 573 kesan jiyana xwe ji dest dane, di saetên dawî de 5 kes, di ecama êrîşên hewayî an jî raste rast de jiyana xwe ji dest dane.
Vê siharê li bajarê Xan Yunus du jê zarok 3 Filistînî di encama êrîşa hêzên Îsraîlê li dijî konê koçberan birîndar bûn. Çavkaniyên tenduristiyê diyar kirin ku, birîndar yek jê jin, du zarokin û rakirine nexweşxaneya Nasser.
Di heman demê de, balefirên Îsraîlê, li rojhilatê Xan Yunis, li herêmên dibin kontrola wan de êrîşên hewayî pêkanî, bi topan qadên rojavayê Refahê kir hedef. Di heman demê de raste rast hêzên Îsraîlê bi topan rojhilatê bakurê kampa koçberan a Cebaliye kir hedef.
Rewşa mirovî di asta felaketê de ye
Li gorî texmînên NY, di êrîşên hêzên Îsraîlê ku ji Cotmeha 2023’an û du salan dom kirî de li Xeza zêdeyî 72 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Piranî kesên jiyana xwe ji dest dane ji jin û zarokan pêktê. Her wiha şer ji sedî 90’ê bînesaziyên sivîlan tine kiriye û malyeta jinûve avakirina wê wek 70 milyar dolar hate hesabkirin.
Qedexeyên geştê didome
Li aliyê din, şevê din 46 Filistiniyên ku di nav de jin û zarok ji deriyê Sînor yê Refahê ya li sînorê Misir vegeriyan Xeza. Li gorî çavkaniya medayayê di nava yên ku vegeriyan de nexweşên ku li derveyî welat tedawî dîtine hene.
Ofîsa medyaya hikûmeta Xeza, diyar kir ku heta Sêşem borî, ji hezar û 800 kesan tenê 488 hatine û çûne, 275 kes çûne, 213 kes vegeriyane, 26 kes jî ji aliyê Îsraîl ve destûr nehatiye dayîn biçin Misrê.