Li Xezayê di rojê de 35 zarok hatin qetilkirin
Berdevkê UNICEF'ê James Elder ragihand ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve li Xezayê rojane nêzî 35 zarok tên qetilkirin.
Navenda Nûçeyan- Berdevkê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) James Elder di civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî.
James Elder bi bîr xist ku li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezaya ku ji aliyê Îsraîlê ve rastî êrîşan hat, ji 7'ê Cotmeha 2023'an heta niha 15 hezar zarok jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Ev tê wateya rojane mirina 35 zarokan. Hat ragihandin ku 14 meh in her roj 35 zarok tên kuştin."
James Elder diyar kir ku ji bo peymana agirbestê ya di 15’ê Çileyê de di navbera Îsraîl û Hamasê de hat kirin dereng maye û gelek sedem hene ku diviyabû berê bihata kirin.