Talîbanê li Kabulê 20 jin binçav kirin hîn 16 jin di destê wan de ne
Li herêma Şah Doşamşîra ya Kabulê, 20 jin ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatin binçavkirin. Digel ku 4 jin hatine berdan, 16 jinên din hînî nehatine berdan. Hate ragihandin ku ev operasyon di çarçoveya zextên li ser cil û berg û mafên jinan de pêk hatiye.
Navenda Nûçeyan – Li herêma Şah Doşamşîra ya Kabul a paytexta Efganistanê, di 22’ê Îlonê de 20 jin ji aliyê hêzên ‘Fermankirina Qencî û Qedexekirina Xerabiyê’ yên Talîbanê ve hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku ji 20 jinan, 16 jê hîn nehatine berdan. Hate diyarkirin ku çar jin piştî kontrolkirina telefonên wan û wergirtina kefaletê ji malbatên wan, hatine berdan.
Berpirsên Talîbanê berê jî jin li kolanan ji ber nebicîhanîna rêziknameyên cil û bergên ferzkirî girtine. Qanûna ku ji hêla Talîbanê ve hatiye danîn ferz dike ku jin tevahiya laşê xwe veşêrin û dengên wan wekî "awrah" (beşên laş ên ku divê werin nixumandin) têne hesibandin.