Li Xezayê bi hezaran kes hê jî di bin kavilan de ne!

Li gorî çavkaniyên tendirustiyê, ji ber bombebarana zêde krîza mirovî kûrtir dibe û zirara li binesaziyan berfirehtir dibe. Her wiha hat diyarkirin ku ji ber şerê li Xezayê hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bûye.

Navenda Nûçeyan – Şerîaya Rojava ji ber şerê berdewam her diçe zêdetir zirarê dibîne. Ji ber her ku diçe çarçoveya wêraniya şer berfirehtir dibe û rewşa mirovî bi operasyonên leşkerî yên berdewam xirabtir dibe, saziyên sivîl û tenduristiyê ji ber kêmbûna pêdiviyên bingehîn bi hilweşîneke mezin re re rû bi rû ne.

‘72,267 mirî û 171,976 birîndar’

Çavkaniyên tendurustiyê li Şerîaya Rojava, duh, ragihandin ku şerê li Şerîaya Rojava ku ji 7’ê Cotmeha sala 2023’an ve dest pê kiriye heya niha jî didome. Hat diyarkirin ku hejmara miriyan gihîştiye 72,267 mirî û 171,976 birîndaran bûne.

Çavkaniyên tendurustiyê destnîşan kirin ku nexweşxaneyên di vê bazarê de kar dikin di seatên borî de mirina du kesan û birîndarbûna 17 kesan tomar kirine.

Çavkaniyên tendurustiyê bal kişandin ser zêdebûna kuştiyan tevî ragihandina agirbestê û wiha hat gotin: “Ji destpêka agirbesta ku di meha Cotmeha borî de hat ragihandin ve, hejmara giştî ya miriyan gihîştiye 691 kesan, di heman demê de hejmara birîndaran jî bûye 1876. Tevî xeterên mezin ên ku tîmên rizgarkirinê pê re li qadan re rû bi rû dimînin, dikaribûne 756 cenazeyan ji bin kavilan derxin.

‘Aloziya rewşê li pêşiya tîmên rizgarkirinê dibe astengî’

Çavkaniyan piştrast kir ku hejmareke nediyar ji kuştiyan hê jî di bin kavilan de û li kolanan in, ji ber ku tîmên ambûlans û parastina sivîl nikarin bigihîjin wan. Her wiha ji ber topbarana berdewam, aloziya rewşa xwecihî û nebûna şiyanên lojîstîk û alavên pêwist ji bo operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê.

‘Artêşa Îsraîlê bi hezaran xanî wêran kirine’

Rêveberê Giştî yê Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê li Xezayê ragihand ku ji bilî cihên lê nayên jiyîn, hejmara cihên ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve bi tevahî hatine wêrankirin û rûxandin nêzî 410,000 yekîneyan, ji wan 335,000 mal bi tevahî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine wêrankirin.

‘Êdî kon jî ji bo jiyanê ne guncav in’

Rêbeberiyê bal kişand ku 100 hezar xaniyên niştecihbûnê bi qismî ji aliyê hêzên Îsarîlê ve hatine wêrankirin û got: “Zêdetirî 350 hezar malbatên Filistînî pêwistiya wan bi stargehan heye.” Her wiha destnîşan kir ku ji 135 hezar konan zêdetirî 132 hezar kon bi tevahî xirab bûne û ji bo jiyanê ne guncav in. Siyaseta koçberkirina bi darê zorê ya ji aliyê hêzên Îsraîlê ve tê meşandin bûye sedem ku zêdetirî 2 milyon sivîl bê cih û war bin û tekez kir ku nêzî 303 stargeh û navendên koçberiyê rasterast ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine bombebarankirin.

Der barê malên ku nîvê wan ruxiyaye xetera wan a li sr jiyana welatiyan de, Cîgirê Serokê Desteya Parastina Sivîl a Xezayê destnîşan kir ku deh hezaran malên ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine hedefgirtin, li ber hilweşînê ne û ji bo jiyana welatiyan metirsiyeke mezin çêdikin. Her wiha diyar ku gelek bûyer qewimîne, avahî rûxiyane, di encamê de jî gelek kes mirine û birîndar bûne.