Li Xezayê 8 kes ji birçîna mirin
Wezareta Tenduristiya Xezayê ragihand ku li Xeza di nava 24 saetan de 3’ê jê zarok 8 kesan ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li Xezaya ku êrîşên Îsraîlê li ser didome, hejmara kesên ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane her roj zêde dibe. Li gorî daneyên berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric ragihand ku li gor agahiyên Wezareta Tenduristiya Xezayê di 24 saetên dawî de 3 jê zarok 8 kesan ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.
Stephane Dujarric wiha got: “Ev cûrên nûçeyan, li Xezayê krîza mirovî ya kûr dibe û pêwîstiyên alîkariya bi lez radixwe ber çavan. Êdî ev mirin weke bûyerên ji rêzê tên dîtin, ev nayê qebulkirin.”
Stephane Duharric agahî da ku ji destpêka îsal heta niha zêdeyî 340 zarokan ji ber birçîbûnê anîne navendên tenduristiyê û diyarkir ku ji 5’ê Tebaxê ve 39 jê di bin temenê 5 salî de 49 zarok ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane û got: “Alîkariya ku digihe Xeza, pêwîstiyên mirovên ku birçîbûnê dijîn pêk nayne. Agirbest û alîkarî girîngiya jiyanî ye.”
Qetlîama tibî
Raportorên Taybet yên NY Franxedca Albenese û Tlaleng Mofokeng anîn ziman, Îsraîl pergala tenduristiya Xezayê dike hedef û qetlîama tibî pêk tîne. Li gorî daxuyaniyan, di navbera 7’ê Cotmeha 2023’an û 11’ê Hezîrana 2025’an de 917 kes di êrîşên li dijî 735 xizmetên tenduristiyê de jiyana xwe ji dest dane, hezar û 411 kes jî birîndar bûne. Ji derveyî wê 125 tesîsên tenduristiyê û 34 nexweşxane ziyan dîtin. Raportoran bal kişand ser pergala apartheid a Îsraîlê û çalakiyên qirkirinê û banga: “Li Xezayê sûcên şer û qetlîamên tibî bi eşkere tê jiyîn. Divê civaka nevnetewî vê qetlîamê bi sekînen, agirbestê îlan bike û pergala tenduristiyê ya Xeza ava bikin” kirin.