Li Xezayê 2 rojnamegerên din jiyana xwe ji dest dan
Rojnamegera jin a bi navê Fatma El- Kurirî ji ber topbaranên li Xezayê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Her wiha rojnameger Ahmed Abu Sharia jî di êrişa li ser başûrê Xezayê de jiyana xwe ji dest da.
Navenda nûçeyan- Hejmara rojnamegerên ku di êrişên ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve li ser Xezayê didomin de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.
Rojnamegera televîzyona Al Quds Fatma El-Kurirî di 19’ê Mijdarê de, ji ber topbaranên li Xezayê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin Fatma El- Kurirî piştî ku krîza dil derbas kir, rakirin nexweşxaneya Şîfayê lê jiyana xwe ji dest da.
Her wiha di 19’ê Mijdarê de jî di encama êrişên Îsraîlê yên li ser taxa Es-Sabra ya li başûrê Xezayê de rojnameger û wênekêş Ahmed Abu Sharia jiyana xwe ji dest da.
Hejmara rojnamegerên ku ji ber êrişên ji 7’êCotmehê 2023’an ve li ser Xezayê didomin de jiyana xwe ji dest dane bû 190.