Li Xana Axparê jîngeha zindiyan di bin xeterê de ye
Şêniyên gundê Xana Axpar a navçeya Çinar a Amedê, li hember daxwaza çêkirina kana qûmê ya li qada daristanê nerazîbûna xwe anîn ziman û xwestin ku proje bê betalkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Li Amedê ku talana ekolojîk bi dijwarî berdewam dike. Xweza ji ber lêgerîna petrolê, bendav, HES'ê û kanên qûmê di xeterê de ye. Herî dawî gel li dijî madena ku tê plankirin li taxa Husikan (Çomçeli) ya navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê bê vekirin, dest bi berxwedanê kir. Fabrîqeya Oyak Çîmento A.Ş. a ku du roj berê xwest ji bo kanê keşfê bike û darên herêmê birî, rastî berxwedaniya şêniyên gund hat. Li vir ji bo pêşî li birîna daran her wiha çêkirina qana qûmê bigirin, şêniyên gund kom bûn û nerazîbûna xwe anîn ziman. Gundî ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin û leşkeran guleyên rastîn li gundiyan barandin.
Beriya niha jî zirarê dane daristanê
Di hevdîtinên ku me bi welatiyan re kirî de anîn ziman ku ew li dijî projeya koçberkirinê ne. Komîsyona Ekolojiyê ya Baroya Amedê û Komîsyona Ekolojiyê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) dê têkildarî mijarê li şirketê gilî bikin. Şêniyên gund diyar kirin ku Projeya ku dixwazin pêk bînin hem ji bo goristana gund, jîngeha sewalan, hem jî ji bo qadên jiyanê wê zerarê bîne. Gundiyan gotin ku beriya niha jî di qadê de heman xebatên madenê hatine kirin, piştî ku karê wan bi dawî bûye jî, xwestine daristanê bi dest bixin.
Li herêma Girgeverê hat hînbûn ku Fabrîqeyên Çîmento yên Oyakê, di sala 2021'an de rapora “ÇED ne lazim e’ stendiye û şirket li ser vekirina Kana Pumîsê ya koma 4'emîn dixebite. Projeya ku dê li qadeke daristanî ya 250 donim bi qasî 150 metre li dûrî taxê bê çêkirin, dê 37 salan bixebite. Xebatên kanê, dê bi rêbaza ji hilberînê re vekirî bi pêngavan bi sondaj û teqandinê bên kirin. Her wiha li herêma ku 118 metre dûrî qada projeyê ye, depoya avê û goristan heye.
‘Bi çek û keviran êrîşî me kirin'
Ji şêniyên gund ku me derbarê mijarê de hevdîtin kir Şukriye Alay diyar kir ku di 24'ê Adarê de ji bo qada wan zirarê nebîne hatine herêmê, rastî êrîşa bi kevir û çekdarî ya leşkeran hatine. Şukriye Alay da zanîn ku hevserê wê hatiye binçavkirin û di dema mudaxeleyê de ew jî hatiye derbkirin û wiha got: “Li vir yekane çavkaniya debara me, ev sewal in û çavkaniya van sewalan jî daristan e. Ger ev qada daristanê ji holê rabe, em ê jî tune bibin. Berê jî li cihê cuda kargehên qûmê vekirin û girtin. Wê demê ji ber toz û dûmanê me nikaribû em bêhna xwe bistînin. Niha jî dixwazin cihên me û sewalên me tune bikin. Me wê rojê xwest pêşî li vê yekê bigirin, lê bi çek û keviran li me xistin. Bêyî ku guh bidin me, jin û zarokên me gulebaran kirin. Leşkeran em derb kirin. Li herêma ku dixwazin bi dînamîtan xirab bikin goristanên me hene. Hem mal û hem jî gorên me wê xirab bibin. Em ji bo parastina ax û qadên xwe yên jiyanê li vir in. Em naxwazin bi toz û dînamîtan bijîn."
‘Ger proje pêk bê gundî dê bi darê zorê bên koçberkirin'
Endama Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê Melîs Tantan ku ji bo piştgiriyê bide gundiyan hatiye herêmê, destnîşan kir ku projeya hatiye plankirin wê hem qadên koviyan û hem jî jîngehê tune bike. Melîs Tantan anî ziman ku dê bi pêkanîna projeyê re gundî bi zorê koçber bibin û derbarê projeyê de ev tişt gotin: “Fîrmayên Çîmentoyê ya Oyak A.Ş, şirketek e ku li Mêrdîn'ê hatiye avakirin e, lê gundên li herêma Qerecdaxê wek madeya xam dibîne. Herdu gund jî niha di bin xeteriya vê yekê de ne. Ji gundê Husikan ji niha de wesayît hatine. Gundî ji toz û dûmanê pir gilî û gazinc dikin. Qamyon di cîhên gundiyan ên jiyanê re derbas dibin, ev rîskekî zêde ye. Xetera li ser jiyanê, ji niha de destpê kiriye. Ev proje armanc dike ku deverên ku goristanên gundan, daristan û sewalên xwe lê diçêrînin biteqînin, kevirên pumîs derxin û di sektora înşaetê de bifroşin.”
‘Dê malên çûkên koçber jî bên hilweşandin'
Melîs Tantan anî ziman ku gundî beriya proje dest pê bike bi toz û dûmanê re rûbirû mane û wiha got: “Erdê daristanî yê ku behsa wê tê kirin, yekane erda daristanî ya wê herêmê ye. Dema ku em çûn, ew qadeke gelek jîngehên kovî bû. Ger ev proje li wir were vekirin, dê rasterast gundiyên li wir dijîn bi darê zorê bên koçberkirin. Beriya ku dînamît bê teqandin, hewa dê bi gemara ku hatiye rakirin qirêjî bibe û sewal zirarê bibînin. Herêma ku dê ev proje lê bê çêkirin ji bo çûkên koçber jî navenda rawestgehan e û ev proje heta qûntara Qerecedaxê dirêj dibe. Ev proje ku metirsiyê li jingeha çûkên koçber û her wiha mirovan dike. Gundiyên li wir dijîn li hember vê projeyê liber xwe didin û serlêdana xwe ya îtîrazê pêşkeş dikin. Em ê bi gundiyan re têkoşîna xwe bidomînin û qadên jiyanê yên gel biparêzin û li cem wan bin.”