Li welatê Qedemxêrê qêrîna azadiyê…

Îlam bi dengê hespê Qedemxêra Qelawendî sirûda azadiyê dibihîze û diherike kolanan. Hêviyên bi hezaran jinan di van bajarên kevnar û qedîm de veşartî ne. Ya zindî dibe û dîsa pêşengiyê dike ev hêvî ye. Jin wê Îranê biguherînin û diguherînin…

GELAWÊJ EWRÎN

Sê sal bi ser Şoreşa Jin Jiyan Azadî ve derbas dibe, carekê jinan birîna xedar li komara Îslamî daye, êdî jê veger nîne. Dirûşmeya efsûnî ya ku Rêber Apo gotibû “Ev dirûşme biçe ku wê bandorên mezin çêbike!” ji dirûşmeyekê wêdetir bû gotina serdemê. Gotina ku civakek li pey xwe kişand û bi xwe re meşand. Her carê rejîma Îranê dixwaze birîna xwe ya ji helwesta radîkal a bi pêşengiya jinan xwariye, bi şêwazekê pîne bike. Birîna pergalên desthilatdar li ser ruh û bedena jinan vekirine, wer kûr e ku salên dirêj û kedek jê re divê ji bo were kewandin. Ji ber vê Jin Jiyan Azadî wek dermanek ji bo birîna xedar a hezarê salan bi hewara jinan û civakan hat. Ji bo wê ya dibihîze bê du dilî li pey dimeşe, wek gotina veşartî û bêdengiya hezarê salan di qirikê de asê maye, bi carekê bi zar û ziman dibe. Jinên Îranê li ser şopa gelek xwedawendên welatê xwe yê kevnar careke din gotina heq û heqîqetê dîtin û di şûnpêya wê de bi israr dimeşin. Ne tenê bixwe dimeşin tevahiya mozaiken Îranî ji gora mirinê derdixin û ber bi jiyanê ve dibin.

Şeva Yeldayê li Îranê demek beriya niha bi coş û kelecanek mezin hat pîroz kirin. Cejna ji dayikbûna xwedawenda roj û ronahiyê, mêhr û hezkirin Mîtrayê û şeva serkeftina ronahiyê li beramber taritî û şevên dirêj…

Bi rojane dîsa civaka Îranê li dijî vê taritî û zilmê li ser piyane. Di nava taritiya şevê de li kulmek ronahiyê digere. 9 roj in nerazîbûnên li tevahiya bajarê Rojhilat û Îranê berdewam dike. Her çend van xwepêşandanan bi çalakiyên protestoyî yên bazarî û esnafan destpê kir. Lê dîsa jin pêşeng in. Diyar dibe ku daxwaza gelan tenê ne pirsgirêkên aborî ye. Di her derfetê de civaka Îranê bi pêşengiya jinan daxwaza xwe ya azadî û demokrasiyê bi awayekî tînin ziman. Ji bo wê jî her tevgerek biçûk dibe pêleke dijbertiya li beramber komara îsalmî ya bi salane gel di dorpêça hişmendiya mêrsalar, cinsiyetparêz û desthilatdar de fetisandiye û dike nefesê jê biçikîne. Şoreşa Jin Jiyan Azadî nefesek azadî û hêviyê bû ku ruh da bedenên mirî. Hêviyek bi qasî çirûskekê di şevên dirêj de tovên buharên azadiyê ne di nava sirr û seqema celadan de.

Berdewama şoreşa Jin Jiyan Azadî

Rola jinan di van nerazîbûnên da diyarkere û wê çarenûsa gelan diyar bike. Her ku diçe ji rojên destpêkê bêhtir jin beşdar dibin û êdî ew nerazîbûnên ku tenê bi esnaf û bazariyan destpêkir, di nava tevahiya civakê de belav dibe. Rejîm her carê bi daxuyaniyên cuda û prokatîf îdia dike ku pirsgirêk tenê pirsgirêkek aborî ye û wê bi esnafan re rûnên. Lê kes êdî guh nade van derew û dek û dolaban.

Dema jin li cihekê di serhildanê de be li wir tevahiya civakê heye. Dengê her kesî li qadê ye. Hinek kes dixwazin mijarê tenê bi hinek beşên civakê re sînordar bikin û bêjin daxwaza hinek kesan e. Beşdariya zêde û ber bi çav a jinan di van xwepêşandanan de wê diyar bike ku ev serhildan berdewama şoreşa Jin Jiyan Azadî ye. Yan jî hinek netewperestên Kurd hewl didin kurdan proveke bikin û îdia dikin ku ev nerazîbûn me elaqedar nake û tenê li bajarên din çêdibin. Netewperestî dijminê jinan û gelane. Ne tenê bajarên Îranê îro navenda nerazîbûna li hemberî rejîmê bajarên Rojhilatê Kurdistanê ne. Îlam, Kirmaşan û Loristane. Îro li welatê jina serhildêr û şoreşger a Loristanî Qedemxêrê qêrînên azadiyê bilind dibin. Li welatê xwedawend Anahîtiya vê carê jî pergala mêrsalar tê şermezarkirin. Kirmaşan welatê Yarî, heq û heqîqetê ye û li vir tovên çanda xwedawendan dîsa şîn dibe. Her ku jin beşdarî van çalakiyan bibin wê ew dudilî û hewldanên provakatîf ên netewperestên kurd û Îranî vala derbikeve. Jin tê wateya tevahiya netew û baweriyan. Hebûna radîkal a jinan di van serhildanan de wê dawî li hemû nîqaşan jî bîne û rengê serhildanan misoger biguherîne. Ji bo wê jî divê jin bê rawestan û wendakirina wext xwedî li şoreşa xwe derbikevin. Jinan ev şoreş destpêkirine û di oxira wê de gelek bedel dane, xwîn rijandine, hêjî gelek jin di girtîgehan de ne. Beşdariya jinan di heman demê de wê pêşiya îştihaya zêde ya kurê şah jî bîne ku bi desteka hêzên sermayedar hewl dide carekedin desthilatdariya şahenşahî li Îranê bîne ser hukum. Xafil ji wê ku herî zêde jin li hemberî vê pergala mêrsalar sekinî û disekine. Di heman demê de wê bersivek be ji kesên ku van serhildanan ji şoreşa Jin Jiyan Azadî cuda digirin dest û hewl didin civakê parçe bikin. Di beşdariya jinan de wê her kes di heman demê de ji pirsên xwe re bersivan bibîne ka bê ev serhildan serhildana gelan e yan bi destê hinek hêzên derve tê birêvebirin. Jin wê nîşan bide ku ev serhildan daxwaza gelên Îranê ye, hesreta wan a ji bo jiyanek azad e. Kes nikare kirasê xwe li vê serhildanê bike û ji cewhera xwe derxîne. Ev şoreşe, Şoreşa Jin Jiyan Azadî…

Belê xelkê Kirmaşanê bi evîna Şîrîn û Ferhad çiyayên li pêşiya xwe dikolin, radikin û dimeşin, hemû berbestan ji holê radikin. Îlam bi dengê hespê Qedemxêra Qelawendî sirûda azadiyê dibihîze û diherike kolanan. Hêviyên bi hezaran jinan di van bajarên kevnar û qedîm de veşartî ne. Ya zindî dibe û dîsa pêşengiyê dike ev hêvî ye. Jin wê Îranê biguherînin û diguherînin…