Li Wargeha Mexmûrê çalakiya nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 447'emîn de bi dewirgirtina koma 88’emîn didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 447'emîn de bi dewirgirtina koma 88'emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 87’emîn Ezîze Sêrtî axivî.

Ezîze Sêrtî, di destpêka axaftina xwe de Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha axivî: “Dewleta Tirk bi hevkariya hemû hêzên global komploya navneteweyî li dijî Rêbertî pêkanî. Rêbertî 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de ye û 4 sal in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Divê em wek gelê Kurd ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xwe xurttir bikin û têbikoşîn. Heta ku Rêbertî azad nebe û pirsgirêka Kurd çareser nebe, em dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernadin.” 

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ dawî bû