Li Wanê keleha çiyayî ya aydê Urartuyan hate dîtin
Li Zozana Tirîşîn a navçeya Payîzava ya Wanê, keleheke bilind a aydê serdema Urartuyê ya nêzî 50 odeyî û bi dîwarên 4 kîlometreyan dorpêçkirî, derket holê.

Navenda Nûçeyan – Di lêkolînên arkeolojîk ên ji aliyê Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ve hate meşandin de, li Zozana Tirîşîn a navçeya Payîzava ya Wanê, bermahiyek balkêş ya aydê Urartuyan ya bi 3 hezar metreyî derket holê. Hate diyar kirin keleha ku aydê nêzî 50 odeyî û sûrên kevir ên dirêjahiya 4 kîlometreyan, vedigere Serdema Hesin û di heman demê de heta Serdema Navî ji nû ve hatiye bikaranîn.
Ekîba 12 kesî ya ji arkeolog, antropolog û dîroknasên hunerî pêktê, li nêzî gundê Beşbudak piştî hilkişîna dijwar ya du saetan, kelaha ji kevirên bazalt ya herêmî hatiye avakirin, keşf kirin. Tê diyar kirin ku avahî ne tenê ji bo parastinê, di heman demê de ji bo jiyana gundewarî û erkên rêveberiyê jî hatiye bikaranîn.
Di lêkolînên ewil ên li kelehê hatin kirin de, perçeyên seramîk, kevirên aşê, kevirên sembolîk ên destkarî hatiye kirin û avahiyên wekî kelahê hundirîn, hatin keşt kirin. Her wiha avahiyên girên daîrewî yên tê fikirandin ku bi armanca defnkirin an jî merasîmê hatine bikaranîn jî, hatin dîtin.
Warê civakên nîvkoçer
Zozana Tirîşînê, ji ber him pozisyona xwe ya stratejik û him jî çavkaniyên avê û çêregehên xwe, di tevahiya dîrokê de mazûvaniya civakên nîvkoçer kir. Ev vedîtina ku bi kevneşopiya Urartuyan a avakirina kelehan ya li herêmên çiyayî yên bilind li hev dike, jêhatîbûna muhendisî ya li beramberê erdnîgariya zehmet a Bakurê Kurdistanê tê nişandan, îşaret dike.
Niştecih û rêveberên xwecihî, ji bo parastina kelehê û qezençkirina kelehê ya ji bo turîzma çandinî bang kirin jî, tîma lêkolînê destnîşan kirin ku vedîtin dikare der barê dîroka herêmê de deriyên nû veke.