Li Tûnisê rojnameger bi zextan re rû bi rû ne

Rojnamegerên Tûnisê tevî hemû zextan jî têkoşîna ji bo azadiya medya û gotinê didomînin. Rojnameger li dijî biryarnameyên ku li dijî destkeftiyên wan tên derxistin, serî natewînin.

ZUHÛR MEŞRIQÎ

Tûnis – Tûnis, piştî serhildana gelan a 2011’an di warê rêgezên şoreşê yên bingehîn azadî û edaletê de, di navbera welatên li herêmê de di rêzên pêş de bû. Tûnisê piştî şoreşê ji pêşketina di medyayê de sûdê girt. Medyayê mijarên nelirêtî, şîdeta li ser jin û zarokan, bazirganiya tiryakê, koçberiya derzagonî û xebitandina zarokan a di şer û pevçûnan de, bi cesaret anî rovejê.

Biryarnameyek bi xwe re sansûrê anî

Vê pêşketinê, rola kontrolker a medyayê mezin kir. Rojnamgerî ne tenê bi girtina nûçeyan, bi lêkolînên şîdeta nava malê û nelirêtiyên di nava civakê de, bû dengê civakê. Lê bi demê re ev destkeftî, ji ber ku rojnameger bi riyên zagonî hatin astengkirin, ketin bin xeterê. Bi taybetî biryarnameya sala 2022’an a bi hejmar 54, ji bo darizandina nêrînên aktivîst û rojnamegeran ên li ser medyaya dîjîtal hat bikaranîn.

Mijarên li ser medyaya dîjîtal hatin weşandin mîna sûc hatin dîtin

Vê biryarnameyê û sererastkirinên nû yên zagonî, qada xebatên rojnamegeriyê teng kirin. Bi biryarnameya hejmar 54, naveroka mijarên ku li ser medyaya dîjîtal hatin weşandin sûc hatin dîtin û li dijî rojnameger û aktivîstên ku nêrînên xwe dianîn ziman hat bikaranîn. Ev rewş di warê azadiya medyayê de gefek mezin e. Raporên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine amadekirin, piştrast dikin ku rojnameger ji ber pîşeya xwe rastî gefan tên û tên darizandin.

Destkeftiyên piştî şoreşê çêbûn, di bin gefek mezin de ne

Di encama van pêşketinan de Tûnis di Endeksa Azadiya Medyayê ya sala 2024’an de di nav 180 welatan de ket rêza 118’an. Di sala 2023'yan de jî di rêza 121’an de bû. Ev paşketin, nîşan dide ku destkeftiyên piştî şoreşê çêbûn, di bin gefek mezin de ne. Ev rewş di warê pêşeroja rojnamegeriya li Tûnisê de mirov dike nava lêpirsînan û bi taybetî ji bo rojnamegerên jin zêdetir dibe gef. Rojnamegerên jin, bi zoriyên cudakariya zayendî, kêmasiya parastina zagonî û hwd. re rûbirû dimînin.

Gelek rojnamegerên jin ji kar hatin derxistin

Bi van zoriyan re rojnamegerên jin ên Tûnisî, tevî  astengiyên hiqûqî û aborî, bi tacîza dîjîtal û cudakariya di nava saziyên medyayê re rûbirû dimînin. Li gorî raporên Sendîkaya Rojnamegerên Neteweyî ya Tûnisê, rojnamegerên jin zêdetir dikevin bin şopandina darazî. Ji ber krîzên aborî yên saziyên medyaya taybet, gelek jinên rojnameger, ji kar hatin derxistin an jî di mercên bê temînat de neçar man bijîn.

‘Ev biryarname li dijî destûra bingehîn e’

Endama Sendîkaya Rojnamegerên Neteweyî ya Tûnisê Cîhan Lavatî got: "Medyaya Tûnisê, ji ber biryarnameya 54’an a bi nîqaş, pir bi paş ket. Vê biryarnameyê pêşî li azadiya ramanê û medyayê girt û ji bo dengên azad ên li Tûnisê bû gef. Ev biryarname li dijî destûra bingehîn e û dijberî destûra bingehîn a 2022’yan û peymanên navneteweyî ye. Bi taybetî dijberî Peymana Budapeşte ya ku Tûnisê pejirandî ye lê serokê parlamentoyê, bangên parlamenteran ên ji bo guherîn an jî betalkirina biryarnameyê cidî nagirin.”

Jinên rojnameger bi krîza aborî re têdikoşin

Jinên rojnameger, ligel zextên pîşeyî, neçar dimînin bi krîza aborî re jî têbikoşin. Saziyên medyaya taybet, ji ber kêmbûna desteka dewletê û kêmbûna dahata reklaman, li ber têkçûnê ne. Ev yek jî dibe sedem ku gelek rojnameger ji kar werin derxistin an jî bi mehan bê mehane bixebitin.

‘Li Tûnisê medya li ber tunebûnê ye’

Cîhan Lavatî vê rewşê wiha pênase dike: “Li Tûnisê me xwest medya bibe hêza çaremîn lê mixabin niha li ber tunebûnê ye. Hinek hevalên me, 10 meh in mehaneya xwe negirtine. Rojnamegerên nû yên ji Enstîtiya Zanista Nûçe û Rojnamegeriyê mezûn bûne jî, li kar digerin. Medyaya giştî jî di bin zextan de ye. Hinek hêz hewl didin medyaya giştî bînin asta ku bibe dengê hikûmetê lê rojnamegerên li wê derê ji bo serxwebûnê têdikoşin.”

Mafê gihîştina agahiyan tê astengkirin

Her çend benda 32’yemîn a Destûra Bingehîn a Tûnisê mafê girtina agahiyan misoger kiribe jî, rojnameger di gihîştina agahiyên fermî de rastî astengiyan tên. Biryarnameya hejmar 19, nahêle rojnameger xwe bighînin çavkaniyên hikûmetê. Ev yek jî ji bo rêgezên zelalî û dayîna hesab gefek e.

Cîhan Lavatî, vê biryarnameyê wek sererastkirineke ku zirarê dide azadiya medyayê bi nav dike û dibêje: “Karê rojane yê rojnameger, gihîştina agahiyan e lê ev maf îro ji dest me tê girtin. Rayedar, navê xwe didin û naxwazin agahiyan bidin ev yek jî dibe sedem ku rojnameger bikevin dorpêça zagonî.”

Jinên rojnameger bi pêşerojeke nediyar re rûbirû ne

Li dijî van hemû zoriyan, rojnamegerên jin ên Tûnisê, difikirin ku azadiya ramanê ya destkeftiya herî mezin a şoreşê bi tunebûnê re rûbirû ye. Biryarnameya hejmar 54, li dijî rojnameger û aktivîstan weke gef tê bikaranîn û tirsê zêdetir dike. Endama Sendîkaya Rojnamegerên Neteweyî ya Tûnisê Cîhan Lavatî, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Me vê şoreşê ji bo tecrubeya demokrasiyeke pirdengî û pêşverû xwestibû, lê em îro bi gefa girtina qadên azadiyê re rûbirû ne.”