Li Tûnisê civîna piştevaniya bi girtiyan re hat lidarxistin

Bi beşdariya hunermend û nûnerên saziyên sivîl, malbatên girtiyan li paytexta Tûnisê civîneke piştevaniyê li dar xistin û di civînê de piştgiriya xwe ya ji bo girtiyan û têkoşîna wan a ji bo edaletê destnîşan kirin.

NEZÎHA BÛ SEÎDÎ

Tûnis – Çalakvanên Tûnisî ji ber nêrînên xwe yên azad îfade dikin bi îşkence û dîlgirtinan re rû bi rû tên. Bi boneya Roja Cîhanî ya dawîbûna Cudakariyê Nijadî, duh malbatên girtiyan li paytexta Tûnisê civînek piştevaniyê li dar xistin. Hunermend û nûnerên saziyên sivîl beşdarî civînê bûn û piştgiriyên xwe ji bo xebata civaka sivîl û azadiya îfadekirinê nîşan dan.

Çalakvana civaka sivîl a Lubna Seîdî got ku kombûna me ji bo piştevaniya çalakvan Şerîfa El-Rêhanî û hemû girtiyan e û wiha got: “Ev bû 10 meh in Şerîfa El-Rêyahî di zîndanê de ye. Ji ber ku karê mirovî dimeşand. Hikumet dikarîbû di dema serbestberdana wan de wan ceza bikin ji ber ku malbatên wan hene û hin ji wan pitikên wan jî hene."

Endama komîteya Piştevaniyê Leyla El-Rêyahî jî wiha axivî: "Em di Roja Navnetewî ya Têkbirina Cudakarîya Nijadî de li vê derê kom bûne. Tevî hebûna zagonan jî em niha bi rewşên xeternak ên cudakariyê re dijîn. Gelek çalakvan ji ber ku karê mirovî dimeşînin tên dîlgirtin."

Endama Komîteya Piştevaniyê Duha El-Nehêlî jî tekez kir ku di dîrokê de Tûnis deriyên xwe ji hemûyan vekirbû, lê mixabin niha gotin tê de bûye sûc. Duha El-Nehêlî wiha domand: “Tûnisa ku şahidiya gelek şaristaniyan kiriye, niha Afrîkayê red dike. Rola hunermendan di warê piştevaniyê de gelek girîng e, ji ber ku ew sembolên pêşketina civakê ne."

Lîstokvana şanoyê Besma El-Eşî got: "Dema ku ez wêneyên girtiyan dibînim û îfadeyên malbatan dibihîsim, ez bêçare dibim û diêşim. Ji ber ku piştî şoreşê em paşve çûne. Em nikarin bi rihetî karê xwe jî bimeşînin ji ber ku azadiya îfadekirinê tê sînordar kirin.”

Peyama Şerîfe El-Riyahî

Şerîfe Riyahî ji girtîgehê nameyek nivîsî û tê de wiha got: "Ez ji hemû kesên ku li cem min sekinîn re spasiyên xwe pêşkêş dikim. Ji malbata xwe, hevalên xwe û civaka sivîl re spas dikim. Hevgirtina we di vê dema dijwar de ji bo min bû çavkaniya hêzê. Ev hevgirtin bi qîmet e.”