Li Derya Manşê keştiya 173 koçberan şewitî
Motora keştiya 173 koçberên ku hewl didan ji Fransayê derbasî Îngilistanê bibin şewitî. Hat ragihandin ku 173 koçber hatine rizgarkirin.
Navenda Nûçeyan – Li Derya Manşê bûyerek din a penaberan qewimî.
Hat hînbûn ku di motora keştiyek 173 koçberan hewl didan ji Fransayê derbasî Îngilistanê bibin de, şewat derket.
Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih digrin, tîmên parastina peravên Fransayê mudaxele kirin û 173 koçberên di keştiyê de rizgar kirin, birin bajarê Boulogne-sur-Mer. Di bûyerê de 11 koçber birîndar bûn. Hat diyarkirin ku ev yek heta niha hejmara herî zêde ya koçberan e di keştiyeke li Deryaya Manşê.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û polîsên Fransayê bi îdiaya têkiliya wî bi bûyerê re heye, kesek ji Misrê binçav kir.