Li Tûnisê bûyerên destdirêjiya li hember zarokan zêde dibe

Aktivîstên mafê mirovan, diyar kirin ku li Tûnisê bûyerên destdirêjiya li hember zarokan zêde dibe û destnîşan kirin ku êdî dev ji parastina kiryaran berdin û ceza bên pêkanîn.

ÎXLAS HAMRÛNÎ

Tûnis – Tê diyarkirin ku bi taybet li tûnisê biyerên destdirêjiyê yên li dijî zarokan her ku diçe zêde dibe. Li welat ji bo pêşî li vê rewşê bê girtin nîqaş tên kirin.

Li welat mijarên weke bêkarî û feqîrî dibe sedem ku malbat zarokên xwe nikarin biparêzin û li gelek qadan zarok bê parastin dimînin. Şaş bikaranîna dîjîtal medyayê, xemsariya malbatan, ndayîna cezayên bi bandor yan jî biryarên ku ji bo kiryaran tên girtin dibe sedem ku ev sucan berdewam bikin û hîn zêdetir zarok zirarê bibînin. Hinek malbat jî hewil didin bûyeran weşerên. Ev rewş dibe sedem ku kiryar bê ceza bimînin û bingeha sucên nû bên avakirin.

‘Di bûyerên destdirêjiyê de zêdebûnek cidî heye’

Aktîvîsta parêzvana mafê mirovan Nesma Mahfouzî a ku ji ajansa me re axivî diyar kir ku li bajarê  Sîdî Bu Zeyd ya Tûnisê bûyerê sucên destdirêjiyê pir zêde bûne. Nesma Mahfouzî got ku zêde bûna bûyerên destdirêjiyê lewaztiya rewşa aborî û civakî ye û wiha pê de çû: “Bêkarî, nezanî, birçîbûn bû sedemek girîng ku destdirêjiya zarokan zêde bibe.” Nesma Mahfouzî balkişand perwerdeya zayendî û diyar kir ku di vê mijarê de bêzanebûn pir zêde ye û got ku zayendî têgehek ku hatiye qedexekirin.

‘Hîn zêdetir zarok zirarê dibînin’

Nesma Mahfouzî di berdewamiya axaftina xwe de balkişand bandora dîjîtal medyayê û got ku dîjîtal medya fikrê mirovan desteser dike û dibe sedema nêzîkatî û têgehên şaş. Nesma Mahfouzî anî ziman ku ji ber ku kontrol nayê avakirin malbat di van mijara de pir xemsar nêz dibin û wiha axaftinên xwe domand: “Zarokên ku ne di bin parastina malbatê de ne hîn zêde zirarê dibînin. Hinek malbat tiştê ku zarokên wan dijî vedişêrin. Ev rewş dibe sedem bûyer bên dubare kirin. Mixabin cezayên bi bandor nîne. Sazî û tevgerên ku mafê zarokan diparêzin heye lê em dibînin ku zagon nayên bicîh anîn.”   

Nesma Mahfouzî diyar kir ku hinek zarok hene bi zorê kiryar re tên zewicandin. Anî ziman ku di vê mijarê de zagon hene û ev bûyeran hîn kûrtir dike.

Kiryar sucên xwe dubare dikin

Parêzvana mafê jin û zarokan Mounîra Bouazîzî jî anî zian ku bûyerên destdirêjiyê li civaka Tûnisê zêde bûye û wiha axivî: “Beriya çend rojan li Sîdî Bu Zeydê destdirêjî li zarokek 4-5 salî hat kirin. Gor tê gotin kiryar endamek malbatê ye. Ev bûyer felaket e. Divê ev bûyerên ku dibe sedem belav dibin bên astengkirin. Divê perwerde bê dayîn ku zarok çawa xwe biparêzin. Biryarên ku li dijî kiryaran derdikevin ne têrker in. kiryar dema ji girtîgehê dedikevin dîsa eynê sucê dikin. Divê cezayê hîn girantir bê dayîn.”

Mafê jin û zarokan nayê parastin

Parêzvana mafên mirovan Kerîma Amamî diyar kir ku destdirêjiya li dijî zarokan di civaka Tûnisê de diyardeyeke berbiçav û berbelav e û ev yek jî asta tundiya zayendî û fizîkî nîşan dide ku hem zarokên keç û hem jî jin rastî tundiyê tên. Kerîma Amamî sedema zêdebûna dozan wekî nebûna cezayên bi bandor şîrove kir.

Kerîme Emamî amaje bi wê yekê kir ku rêxistinên jinan gelek caran çalakiyên hişyariyê li ser vê mijarê lidar dixin û  wiha bi dawî kir: "Ji ber ku sucên li dijî jin û zarokan bê ceza dimînin û mafê wan nayê parastin, kiryar ji cezayan xelas dibin û wehşetiya sucên tên kirin zêde diibe.”