Heyeta DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Îmraliyê
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.
					Navenda Nûçeyan- Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û ji parêzerên Buruya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çûn Girava Îmraliyê. Tê payîn heyet di çarçoveya geşedanên siyasî û hevdîtinên girîng ên demên dawî hatin kirin de li gel Abdullah Ocalan binirxînin.
Her wiha tê payîn di hevdîtinê de hûrgûliyên hevdîtina di 30’ê Cotmehê de li gel Serokkomar Tayyîp Erdogan hatî pêkanîn jî, ragihînin.