Li Tehranê yek jê jin 5 aktivîst hatin binçavkirin
Li Tehranê yek jê jin pênc atkivîstên ji aliyê peywirdarên Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve bi serdegirtina malan a hemxwext hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Mercan Erdeşîrzade, li Tehranê bi çar aktivîsên çandî û siyasî re ji aliyê Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve di serdegirtina mala xwe de hat binaçavkirin û nayê zanîn wê birine ku derê.
Pênc aktivîstên bi navê Mercan Erdeşîrzade, Ehsan Rustemî, Ramîn Rustemî, Hasan Tozendejanî û Nima Mehdî Zadgan ji aliyê Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve 20’ê Tebaxê roja Çarşemê di serdegirtina malên xwe yên hemwext de hatin binçavkirin. Tevî ku heft roj derbas bûne jî serlêdanên malbatên aktivîstan ên ji bo saziyên darazê û ewlehiyê bê encam man. Malbat ji ber ku agahî ji xizmên xwe negirtin bi fikar in.
Heta niha der barê sedemên binçavkirina aktivîstan de û cihê lê tên girtin de tu agahî nehatiye dayîn.