Li Tebqayê dirûşmên azadiya jinan hatin jêbirin

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Tebqayê, hin nivîs û hevokên der barê azadiya jinan û mafên wan de ku li ser dîwarên hin dibistan û saziyan hatibûn nivîsandin, hatin rakirin.

Di dîmenekê de ku li ser medyaya dîjîtal hat belavkirin, çend ciwanên ku xwe wek "Tîma Teqbayê ya Xwebeş" da nasîn, hin nivîs û hevokên der barê azadiya jinan û mafên wan de ku li ser dîwarên hin dibistan û saziyan hatibûn nivîsandin, rakirin.

Di dîmenan de yek ji wan ciwanan dibêje “ev nivîs û dirûşme ne li gorî çanda me ne".

Ev kiryar piştî ku çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê ketin bajêr pêk hat.