Li Suweydayê sê gorên komî derketin holê

Li Suweyda û derdora wê, sê gorên komî yên aydî sivîlên ku di êrîşên leşkerî yên meha Tîrmehê de hatin qetilkirin derket holê. Hat diyarkirin ku hinek cenaze bêyî agahî bidin malbatên wan hatine veşartin û tesbîta nasnameyan hatiye astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Çavkaniyên medyayê yên li Suweydayê, diyar kirin ku sê gorên komî yên aydî sivîlên ku di meha Tîrmehê de li bajar û gundên derdorê yên Sûriyeyê di dema êrîşên leşkerî de hatin qetilkirin derketine holê. Li gorî çavkaniyan, di van goran de gelek cenazeyên ku hinek jê bi temamî şewitîne û tenê bi diranan werin nasîn hene.

Li gorî agahiyên malpera înternetê ya Press Suweydayê, gora komî ya herî mezin li herêma Ezra ya rojhilatê Derayê ye û nêzî 50 cenaze hene û hemû bi hev re hatine veşartin. Şahidan îfade kirin ku di vê goristanê de cenazeyên birîndarên li nêzî navenda tiba Bust el-Harir înfaz kirine hene. 

Malperê, ragihand ku xwe gihîştandine wêneyên cenazeyên ku beriya kar û barên defnê hatine kişandin. Hat diyarkirin ku cenazeyên din li gorên komî yên li herêma Adra û Nejha ya girêdayî Şamê, di çavdêriya ‘Navenda naskirina windayan’, bêyî xeber bidin malbatên wan veşartine. Di heman demê de ragihand ku ji cenazeyan 39 jê hatine parçekirin, ji derveyî şopa diranan, tesbîta nasnameyan heta laboratuarên DNA’yê nekevin xebatê dê ne gengaz be.

Ji bo derxistina cenaze pere jê xwestin

Birayên yek ji kesên li bajarokê Necran jiyana xwe ji dest daye, di daxuyaniya da malperê de, da zanîn ku ji Navenda Naskirina Winda hejmara cenazeyê birayê xwe girtiye lê belê ji bo cenaze derbixe û bibe Suweydayê, jê hatiye xwestin ku 14 milyon pereyê Sûriyeyê bide.

Li gorî peymana Cenevre û Statuya Roma ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, ev pêkanîn dikeve nava sûcên şer. Li gorî madeya 17’an a Peymana Cenevreyê ya çarem, aliyên ku di nava şer de ne neçar in bi awayekî bi rûmet cenaze defin bikin, diyarkirina nasname ji malbatê re ragihînin.

Ev qural, pêkneanîna der barê gorên komî de, piştî hilweşîna rejîma baasê, li Sûriyeyê lêgerîna edaletê zêdetir tevlîhev bûye.