'Li Suweydayê mafên zarokan tên binpêkirin'
Seroka Ofîsa Parastina Zarokan a li bajarê Kobanê, Fatimê Bozan bal kişand ser kiryarên ku zarokên Suweydayê ji aliyê cîhadîstên HTŞ'ê ve bi wan re rûbirû dimînin û got: "Li Suweydayê mafên zarokan tên binpêkirin."

NORŞAN EBDÎ
Kobanê – Sûriye di nav bêaramiyeke mezin de ye, pêkhateyên li welat bi kuştin, îşkence û tundiyê re rûbirû ne. Di encama van êrîş û binpêkirinan de, pêkhate û gelên cuda yên ku weke "kêmar" li Sûriyeyê tên zanîn bi taybetî jî zarok û jin, êşê dikşînin.
Ofîsa Parastina Zarokan a Desteya Jin li bajarê Kobanê kantona Firatê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş, binpêkirin û destdirêjiyên li ser zarok û jinan li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve tên kirin, şermezar kir.
Herî zêde jin û zarok ji şer û pevçûnan zirarê dibînin
Seroka Ofîsa Zarokan a bajarê Kobanê Fatimê Bozan der barê binpêkirinên ku zarokên Suweydayê di warê tendirustî, xwarin, perwerde û tevliheviyên derûnî û civakî de dibînin axivî û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Şer, pevçûn, krîz û astengiyên ku li Sûriyeyê qewimîne bandoreke girîng û neyînî li ser derûniya civakê û rewşa psîkolojîk a sivîlan, bi taybetî jin û zarokan kiriye. Dema ku rêveberiya demkî ya bi serkêşiya HTŞ'ê desthiladarî bi dest xist, komkujî li dijî pêkhateyên Sûriyeyê hatin kirin weke kiryarên li peravên Sûriye û bajarê Suweydayê. Em dibînin ku jin û zarokên Suweydayê bi qetilkirin, binpêkirin, revandin û îşkenceyê re rûbirû dimînin. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtina xwe bi gelê Durzî re nîşan didin."
Zagonên parastina mafên zarokan tên binpêkirin
Fatimê Bozan diyar kir ku zarokên Suweydayê ji ber bêparbûna ji mafê jiyanê, perwerde û ewlehiyê bi pirsgirêkên derûnê re rûbirû dimînin û got: "Tiştên ku zarokên Suweydayê dijîn binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên zarokan e. Di şer de divê zarok werin parastin, hawirdorek bi ewle, lênêrîna tendrustî û civakî ji bo wan hebe. Her wiha piştgiriya psîkolojîk jî divê ji wan re bê dayîn, ji bo ku komkujiyên dîtine, derbas bikin. Em kiryar û binpêkirinên ku zarok bi wan re rûbirû dimînin bi tundî şermezar dikin. Em bi hêvî ne ku şer bi dawî bibe û her zarok di jiyana bi îstîqrar de bijî."
Çareserî di pêkanîna pergala neteweya demokratîk de ye'
Fatimê Bozan di dawiya gotinên xwe de da zanîn ku çareserî li Sûriyeyê bê hevgirtina di navbera pêkhateyan de ne gengaz e û û wiha bi dawî kir: "Ezmûna pergala neteweya demokratîk, çareseriya îdeal e ji bo van astengiyan da ku gelê Sûriyeyê bibe yek û hemû pêkhate di nav de jin û zarok werin parasatin. Wekî ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ye. Divê cîhan, rêxistinên mirovî û mafên zarokan, parastina zarokên Sûriyeyê bi taybetî zarokên Suweydayê û li bajaren peravê bikin."