Li Suweydayê konferansa ‘Ber bi Sûriyeyek yekgirtî ve’
Bi armanca bihzêkirina diyaloqa netewî, pêkanîn aştiya civakê û yekitiya welat, li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê bi beşdariyek mezin konferansa ‘Ber bi Sûriyeyek yekgirtî ve’ destpê kir.

ROŞEL CONYOR
Suweyda – Li bajarê Siuweyda yê Sûriyeyê, konferansa ‘Ber bi Sûriyeyeke yekgirtî ve’ de 17’ê Hezîranê roja sêşemê destpê kir. Konferansa ku ji aliyê koçberên bajêr ve hate organîzekirin, kesayetên olî, civakî û sivîl, di nav de nûnerên Şêxan, pêşengên civakên cûda û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn. Armanca konferansê pêşxistina diyaloga neteweyî, xurtkirina têgeha aştiya sivîl û pêkanîna yekîtiya welêt bû.
Di konferansê de di nava beşdarvanan de rûniştinên vekirî hatin li darxistin, di rûniştinan da bal kişandin ser derbaskirina nakokiyan û çêkirina vîzyonek siyasî ya hevpar di hundirê Sûriyeyê de, bêyî destwerdana ji derve. Beşdaran diyarkirin ku daxwazên gelê Suweyda rewa ne û çavkaniya xwe ji pirsgirêkên rast digre û ev tişt anîn ziman: “Em ê qanûnên ku ji derveyî çarçoveya me ya neteweyî li ser me tên ferzkirin qebûl nekin."
Beşdaran destnîşan kirin ku ev konferans weke Sûriyeyiyan qadek ji bo îfadekirina vîzyona wane, her wiha lidijî ên ku hewl didin sekna xeta netewî ya Suweyda berûvajî bikin, sekna xwe raber bikine û gotin: “Konferansê peyamek netewî ya hêja hilgirt û armanca wê ya sereke ew ku gelê Suweyda bi yek dengî biaxive, rûmet û mafên gelê xwe bi parêze.”
‘Gelek nêrîn derketin pêş’
Endama komîteya amadekar a konferansê Meysa El-Abdullah, got ku konferans gihaye qonaxa xwe ya dawî, êdî ewê hilbijartina Sekreteriya Giştî bikin û got: “Navên namzedan hatine pêşkêşkirin û Meclîsa Giştî, ku ji nêzî 128 endaman pêk tê, mekanîzmaya hilbijartinê erê kiriye, wê 31 kes ji bo Sekreteriya Giştî werin hilbijartin û piştre wê ev belavî sê komîsyonên bingehîn bibin. Konferans serketî bû. Di nava Sûriyeyiyan de diyalogek rast hebû. Nêrînên derketin pêş, hem ji bi Suweyda û hem jî ji bendewariyên gelê Sûriyeyê di teyîsand. Hemû kesê yekîtiya Sûriyeyê piştrast kir û diyarkirin ku Suweyda jî beşek yê wê yê neyê cûdakirin e.”
‘Ev konferans qada pêşkêşkirina nêrînan e’
Endama platforma Ciwanan a Sûriyeya Azad Lubna El-Basit diyarkir ku konferasn di aliyê nûnertiya sivîl û siyasî de girînge û destnîşan kir ku vexwendina endamên cûda yên sendîka û siyasî dihewîne û nûnertiya jinan diyar û bi bandor e û wiha got: “Îro, em hewl didin ku bi navê bajarê Suweyda îmajekê bi teyîsînin. Em dewletek rast a sivîl dixwazin. Ev konferans qadek ji bo pêşkêşkirina nêrînên bi nasnameya me ya Sûriyeyê ye. Her wiha helwesta Suweyda ya li dijî wan aliyan e ku hewl didin xeta netewî berovajî bikin.”
‘Dilsoziya me ya bi welatê me re ji holê ranabe’
Lubna El-Basit destnîşan kir ku bajarê Suwêyda beşek girîng ê projeya neteweyî ya Sûriyeyê ye û her tim xwe hewl daye welatparêziya xwe îspat bike û got: “Herçend bi rêveberiyê de lihevnekirin hebe, dilsoziya me ya bi dewleta Sûriyeyê re ji holê ranake. Ji ber vê yekê, em dixwazin rewşa rêxistinî bi rêya encamên vê konferansê çalak bikin, da ku xebata saziyî ya bi wezaretan re xebatek koordîneyî bidin destpêkirin. Em bawer dikin ku avakirina welat ji her du aliyan ve hewldan û xebata demdirêj hewce dike, divê em rewşên seferberî û bertekan derbas bikin.”
‘Pêwîstiya me bi civînek wiha hebû’
Ji beşdarvanên konferansê Asima el-Nebwani, îşaret bi girîngiya lidarxistina konferansê piştî heyamek bêçalaktiya siyasî û aloziyên di navbera niştecihên bajêr û saziyên dewletê de kir û got: “Bi rastî pêwîstiya me bi civînek wisa hebû. Ji bo diyarkirina nexşerêyek ji bo çareserkirina krîzên navxweyî û rûbirûbûna teşwîqkirina mezhebî ya ku tevna civakî lewaz kiriye. Ev konferans ji bo îfadekirina nêrînan platformek rast bû. Ez hêvî dikim ku hewildanên me vala dernekeve û bigihe hedefa xwe. Daxwaza min ew e hemû alî bibin yek û rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê rêkûpêk bibe.”
‘Di konferansê de mijarên hesas hatin nîqaşkirin’
Başdara bi navê Tican Şalhuh destnîşan kir ku di konferansê de mijarên hesas, hatin nîqaşkirin û got: “Di nava mijarên derketin pêş de, aktîvkirina kontrolên dadwerî li Suweyda, rêxistinkirina komên herêmê, vegerandina xwendekarên zanîngehê ji bo xwendina xwe û yekbûna helwest û dengan di nav bajêr de, hatin nîqaşkirin. Konferansê peyamek neteweyî ya hêja hilgirt û armanca wê ya sereke ew bû ku gelê Suweyda bi yek dengî biaxive, rûmet û mafên gelê xwe bi parêze û dilsoziya xwe bi yekîtiya Sûriyeyê re îfade bike.”