Li Suweydayê jinek hat qetilkirin
Li Suweydayê jineke 58 salî bi gulebaranê hat qetilkirin. Her wiha di teqîna bombeyek li herêma Sîna ya Suweydayê de 2 zarok hatin qetilkirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan- Li Suweydayê di encama gulebaranê de ku nayê zanîn ji hêla kê ve hatiye kirin, jineke 58 salî ji stûyê xwe derbe xwar û jiyana xwe ji dest da. Her wiha di nava komeke ciwan û zarokan de li herêma Sîna ya Suweydayê bombeyek teqiya, di encamê de 2 zarok hatin qetilkirin.
Li gorî çavkaniyan, 2 cenaze û 6 birîndar gihîştin Nexweşxaneya Wetenî ya Suweydayê, di nav birîndaran de rewşa hinek kesan giran e.
Li gorî agahiyan dema zarok bi bombeye lîstiye teqîn çêbûye lê lêpirsînên der barê bûyerê de berdewam dikin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku beriya demek jineke ku bi gulebaranê jiyana xwe ji dest daye, anîne Nexweşxaneya Wetenî ya Suweydayê.
Ji destpêka îsal ve li Suweydayê gelek bûyerên kiryarên wan nediyar çêbûn û di encamê de 14 kes hatin qetilkirin.