Çalakiya Mexmûrê di roja 5’an de ye
Çalakiya xelkê Mexmûrê ya li dijî rêgirî, girtin û ambargoya hikûmeta Iraqê ya li ber benda kontrolê ya hêzên Iraqê di roja 5’an de bi biryardariyek xurt didome.

Mexmûr- Şandeyek ji Meclisa Gel a Mexmûrê ku ji ber ambargoya Iraqê û pirsgirêkên Wargeha Mexmûrê çûbûn Bexdayê, piştî hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re qediya, dema ku vedigeriyan Wargehê hatin dîlgirtin.
Di 15’ê Gulanê de xelkê Mexmûrê li dijî girtina şandeya meclîsê û zêdebûna zext û gefên hikûmeta Iraqê yên li hemberî xelkê Mexmûrê heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyan. Girseya gel ji bo xwedîderketina li îradeya xwe, konê çalakiyê veda. Çalakî di roja xwe ya 5’an de bi biryardarî didome.
Her wiha çalakvanên Mexmûrê diyar dikin ku heta endamên şandeyê neyên berdan û riyên çûnhatinê neyên vekirin wê çalakiya xwe bidomînin.
Hêjayî bibîr xistinê ye ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargehê, rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî û dîsa rê nade karker biçin Bexda kar. Herwiha Iraq nasnameyên xelkê wargehê nû nake û rê nade nexweş jî biçin nexweşxaneyê.