‘Li Sûriyeyê di rojekî de yek jê zarok 11 kes hatin kuştin’
SOHR’ê diyar kir ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de yek jê zarok, 11 kes hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 11 kes hatine kuştin.
SOHR’ê der barê mijarê de hin hurgulî parve kirin û diyar kir ku li xaçerêya Rabiya ya bajarê Humisê cenazeyên 5 kesên ji gundewarên rojavayê bajar hatine dîtin. Hate diyarkirin ku her pênc kes dema zeviyên xwe av didan, êriş ji aliyê komeke çekdar ve li ser wan hat kirin. SOHR’ê da zanîn li ser hin cenazeyan şopên îşkenceyê hebûn.
Li bajarê Til Kelex ê Humisê jî komeke çekdar mêrek li pêşiya mala wî gulebebaran kir û ew qetil kir.
Li bajarê Serêkaniyê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, cenazeyê çeteyekî koma El Emşat hat dîtin. Hate zanîn ku li ser cenaze şopên guleyan hebûn û cezane yê çeteyekî ji Dêrazorê ye.
Ciwanekî ji bajarê Humisê ku çend sal e li bajarê Tefesê yê Derayê bi cih bûye, di êrişeke çekdarî ya kesên nenas de hat kuştin.
Li bajarê Hemayê jî çekdaraên nenas kesek gulebaran kir û ew qetil kir. Li gundewarên Helebê di dawetekê de kesek di encama teqandina ketober a guleyan de hate kuştin.
Li li taxa Eşaîr a bajarê Şehba yê li bakurê Swêdayê jî, dema zarokekî bi çekekê dilîst, fîşeka wê teqiya û li zarokeke din ket. Di encamê de zarokê jiyana xwe ji dest da.