‘Li Sûriyeyê di rojekê de 3 jê zarok 5 kes hatin kuştin’

Li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 3 jê zarok bi kêmanî 5 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di nav 24 saetên dawîn de bi kêmanî 5 kes hatine kuştin.

SOHR’ê der barê mijarê de diyar kir ku li Humsê di encama gulebaranekê de kesek hatiye kuştin, li bajarokê Şihêl ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî ciwanek ji ber nakokiyeke kevin ji aliyê xizmekî xwe ve hat kuştin, li heman bajarokî zarokek di encama teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR’ê, li bajarokê Hewayîc ê Dêrazorê zarokekî din di encama gulebaranê de ku jêdera wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku li gundê Şerqeliyê yê rojavayê Humsê du kes li motorsîklêtê bûn zarokek gulebaran kir û ew qetil kir.