Jinên Wanê: Armanc derxistina şerê Kurd û Ereban e

Jinên ku qetilkirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî û bûyerên li Rojavayê Kurdistanê nirxandin, bertek nîşan dan û hişyariya "Dixwazin di navbera Kurd û Ereban de pevçûn derxin" dan.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN 

Wan – Geşedanên ku li Rojavayê Kurdistanê bi qetilkirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî re dest pê kirin, piştre di 12’ê Îlonê de bi mirina 9 kesan a di şewata li girtîgeha Kobanê de û protestokirina gel a bûyerên tên jiyîn re, gihîştin asta aloziyek. Ev alozî jî bû sedema pirsan û zêdebûna fikarên derbarê pêvajoya entegrasyonê ya li Rojava de.

‘Tiştên tên jiyîn hovîtî ye’

Jinên ji Wanê, bûyerên hatine jiyîn wekî ‘hovîtî’ pênase kirin. Ji Meclîsa Dayîkên Aştiyê Kewê  Işik, da zanîn êrîşên hatine pêkanîn nayên qebûlkirin û diyar kir ku gelê Kurd li her derê wê li dijî êrîşan bertek nîşan bide. Kewê Işik, derbarê biryara sînordarkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî, şewatên girtîgehan û êrîşên li dijî Kurdan de wiha axivî: “Mirovan li welatê wan dikujin û mafên wan desteser dikin. Bêguman kesên ku zimanê wan Kurdî ye, dê bi zimanê xwe biaxivin. Ji Girtîgehan dengê qîrîn û hawaran bilind bû. Divê gelê Kurd vê zilmê qebûl neke. Em vê hovîtiyê şermezar dikin û kesên ku bûn sedema vê yekê şermezar dikin. Em heta dawiyê li kêleka Rojava nin. Rojava Wan, Amed, Sêrt û Elih e. Rojava ya me ye, em ê li dijî vê zilmê serî rakin.”

‘Baweriya gel a li hemberî pêvajoyê diheje’

Civaknas Pinar Kutevî jî da zanîn ku bûyerên li Rojavayê Kurdistanê, baweriya gel a li hemberî pêvajoya aştiyê û entegrasyonê dihejîne û wiha got: “Aştî û entegrasyon ne tenê mijara hatina cem hev a hêzên çekdar ên du aliyan an jî îmzekirina peymanekê ye. Ev tê wateya ku civak bi baweriya dualî li dora hev kom bibin û bi hev re bijîn. Lê belê, bûyerên bi vî rengî zirarê dide baweriya bi vê yekê. Bawerî jî ji holê radibe. Bawerî, bi naskirina mafan zêde dibe. Mirov dikarin encax bi vê yekê tevlî pêvajoyên berdewam bibin. Lê ji ber bûyerên tên jiyîn, avabûna nişaneyên pirsê pêkan e. Ji ber ku baweriya kesên ku van bûyeran dijîn an jî dibînin, bi awayekî cidî diheje.”

‘Entegrasyon tê wateya jiyana bi hev re ya civakê’

Seroka Komeleya Jinan a Starê Şafak Erkmen Ozanli, balkişand ser berxwedana bi salan a li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku hikûmet ji helwesta rêxistinkirî ya gel ditirse. Şafak Erkmen Ozanli, wiha axivî: “Em bawer dikin ku divê şewata girtîgehê were lêpirsînkirin û bi awayekî berfireh bê lêkolînkirin. Derbarê Rojava de behsa entegrasyonê tê kirin,. Ez bawer dikim ku divê bêyî ferqa ziman, ol an jî nijad bi hev re bijîn.”

‘Armanca wan ew e ku di navbera gelên Ereb û Kurd de pevçûn derxin’

Şafak Erkmen Ozanli, balkişand ser Pêvajoya Aştî û Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û destnîşan kir di çarçoveya vê pêvajoyê de behsa entegrasyona Sûriyeyê jî tê kirin. Şafak Erkmen Ozanli, diyar kir armanca bûyerên dawî ne tenê provokekirina pêvajoyê ye, di heman demê de afirandina hawîrdoreke pevçûnê ya di navbera gelên Ereb û Kurd de ye.

‘Qetilkirina Sîpan Hiznî provokasyoneke li dijî pêvajoya entegrasyonê bû’

Endama Komeleya Jinan a Starê Leyla Abukan jî, da zanîn qetilkirina Sîpan Hiznî provokasyoneke li dijî pêvajoya entegrasyonê bûye û wiha pê de çû: “Wekî gel, em baweriya xwe bi pêvajoya entegrasyonê tînin. Em bawer dikin ku em ê bi tevgerîna bi hev re û bi aqilê hevpar, bighîjin serkeftinê.”

‘Rojavayê Kurdistanê di qonaxek pir krîtîk re derbas dibe’

Cîgira Seroka Komeleya Jinan a Starê Omur Çiftçî, destnîşan kir Rojavayê Kurdistanê di qonaxek pir krîtîk re derbas dibe û balkişand ser girîngiya pêvajoya ku tê gotin entegrasyon û aştî şûna şerên ku bi salan dom kir bigre.

‘Divê entegrasyon di bingehek li ser esasê maf û nirxên mirovan de bê avakirin’

Omur Çiftçî, axaftina xwe wiha domand: “Di vê heyamê de revandin û qetilkirina Sîpan Hiznî û şewata li Girtîgeha Kobanê û kesên ku me di şewatê de winda kir, nîşan dide ku ev qonax çiqas krîtîk e û pêvajoya entegrasyonê pir hesas e. Ger em bi rastî behsa aştiyê, civakeke demokratîk û pêvajoyeke entegrasyonê dikin, divê ev yek di zemînek li ser esasê maf û nirxên mirovan de bê avakirin. Ez bawer nakim di civakeke ku ev yek pêk nehatiye de, entegrasyon li ser bingehek tendurist were avakirin.”

Omur Çiftçî, da zanîn tê xwestin ku di navbera Kurd û Ereban de zemîneke pevçûnê bê avakirin û ev yek xeteriyek cidî ye. Omur Çiftçî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Di heman demê de, ev yek dikare bibe sedema destpêkirina çerxeke xeternak a xiyanetê. Di pêvajoya aştiyê de entegrasyon bi vî awayî pêk nayê. Divê entegrasyon mîna yekbûna rêxistinên çekdarî neyê dîtin û ev têgeh di nava civakê de jî were bicihkirin. Divê di zemîna civakî de jî,  ev yek him bi hembêzkirina cudahiyên çandî û him jî bi jiyana bi hev re pêk bê.”