Li Sûriyeyê di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mirin

SOHR’ê, ragihand li Sûriyeyê di encama şerên ku di meha Adarê de destpêkir û heta dawiya meha Tîrmehê berdewam kir de, herî kêm 3 hezar û 278 sivîl hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku bûyerên li Perava Sûriyeyê û Suweydayê jî di nav de di nava 5 mehan de li Sûriye 3 hezar û 278 kes jiyana xwe ji dest dane. Ev serjimariya navendê ji destpêka meha Adara sala 2025’an û heta dawiya meha Tîrmehê digre nava xwe.

Li gorî raporê, hejmara zêde ya kuştiyan li herêma Perava Sûriyeyê û bi taybet li  Laziqiyê, Tertûs, her wiha Humis û Hemayê pêk hatine. Piranî jî bûyerên kuştinê û darvekirina meydanî bûn. Gelek bûyerên kuştin û revandina jin û zarokan jî hatine belgekirin.

Li gorî raporê, ji komkujiya li Perava Sûriyê û heta bûyerên Suweydayê li dijî Durziyan hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 278’an. Ji wan 46 zarok û 98 jin hemû li Peravê, Humis, Hema û Suweydayê pêk hatin.