Li Sûriyeyê di 24 saetan de 4 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê di nava 24 saetan de 4 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) derbarê bûyerên ku di nava 24 saetan de bûne sedema mirovan de daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê SOHR’ê, li bajaroka Diwer a Dêrozerê şivanek di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da. Li bajaroka Sibêxanê jî zarokek keç di encama çifteya ji aliyê birayê wê ve bi şaşî hat teqandin de, jiyana xwe ji dest da. Li bajaroka Celaa ya rojhilatê Dêrazorê ji ber teqîna depoyek çekan 3 endamên hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê jiyana xwe ji dest da û 4 endam jî birîndar bûn.
Li gorî SOHR’ê li Cebl Şaîr ê Humsê jî ji ber teqîna bombeyekê zarokek jiyana xwe ji dest da. Li gundewarê Ceblê yê Laziqiyê jî di êrîşa çekdarên nenas de ciwanek jiyan xwe ji dest da.
Her wiha li taxa Nasira ya bajarê Hesekê komek dizan bi ser malekê de girt û kesek qetil kirin, li heman bajarî di encama teqandina bê serûber a çekan de ciwanek jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Someriyê ya Şamê jî ji ber teqandina bê serûber a çekan, zarokekî jiyana xwe ji dest da. Li gundewarê Minbicê jî di dema paqijkirina çekan de zarokek 15 salî bi şaşî jiyana xwe ji dest da.