‘Li Sûriyeyê di 24 saetan de 24 kes hatin kuştin’
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di 24 saetên dawîn de 24 kes di bûyerên cuda de hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di 24 saetên dawîn de 24 kes di bûyerên cuda de hatine kuştin. SOHR’ê da zanîn ku li bajarê Humsê li devera navbera çerxerêya Tedmurs û herêma Dahiye de di navbera hêzên ewlehiya giştî ya ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komeke çekdar de şer derket. Hate diyarkirin ku di encamê de kesek hat kuştin. Li derdora bajarê Mişrifê yê gundewarê rojhilatê Humsê jî ji ber gulebaranê 4 kes hatin kuştin.
Heman navendê ragihand ku li bajarokê Selhebiya Rojava ya gundewarê bajarê Reqayê di navbera du kesên de şer deket û di encamê de kesek hat kuştin.
Li bajarê Bûkemal ê rojhilatê Dêrazorê di êrişa çekdarên nenas de 2 jin hatin qetilkirin. Li bajarê Ceblê yê Laziqiyê jî komeke çekdar kesek revand û îşkence lê kir, di encama îşkenceya dijwar de jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Nebik ê gundewarê Şamê jî kesek di encama gulebarana ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin, li taxa Şexîr ya bajarê Tertûsê ji ber nakokiyên malbatî kurekî bi kêran bavê xwe kuşt. Hate zanîn ku komeke çekdar li gundê Meîsîra yê navçeya Wadî El Iyûn ê bajarê Hemayê de bi ser mala şêniyek girt, piştre şênî sewqî derveyî gund kir û wî qetil kir.