Li Sûdane qeyrana kolera, birçîbûn û virûsa dengê kûrtir dibe
Di dema pevçûnên domdar ên li Sûdanê de, di nexweşan de nîşanên nû yên virûsa dengê derdikeve û daneyên bilind ên têkildarî mirinên ji ber birçibûn û kêmxwarinê hatin weşandin.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de ji 15’ê Nîsana 2023’an û vir ve didomînin û gel bi birçîbûn û nexweşiyan re têdikoşe. Yên herî zêde bandor dibin jî zarok û jin in.
Qeyrana Tenduristiyê: Virûsa dengê belav dibe
Li bajarê lNyala ya Başûrê Darfûrê bi dehan kes bi nîşanên virûsê dengê, tayê bilind, vereşîn û dilxelîn, serdana nexweşxaneyan kirin. Her çend teşhîsek teqez nehat dayîn jî, ji ber nebûna ceribandinên laboratîfê ya li herêmê, bûyer wekî guman tên dermankirin. Ji ber ku pergala tenduristiyê kêmasiyên çavkaniyan dijî, belavbûna nexweşîyê gefek cidî avadike.
229 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest da
Qeyrana mirovî ya li bajarê El-Feşîr a li Bakurê Darfûrê zêdetir balkêştir e; ji meha Tebaxê û vir ve 171 jê zarok û 58 jê kal û pîr bi giştî 229 kes ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara giştî ya mirinan bû 677 û birîndaran jî bû hezar û 464 kes. Bajêr, ji ber kêmbûna xurek û dermanan di bin dorpêçek asta karesate de ye.
38 jê zarok nêzî 74 hezar nifûs, tenê bi bermayiyên tovên rûnê (alambaz) jiyana xwe didomînin. Piraniya metbexên alîkariyê an hatine girtin an jî sedemên ewlehiyê nikarin bixebitin.
Banga alîkariya lezgîn
Komîsyona Alîkariya Mirovî, banga dawîanîna dorpêça bajêr, gihandina alîkariyê ya bi rêya hewayî û vekirina korîdorên ewle kir. Her wiha pergala tenduristiyê ya bajêr dê bi tevahî bihilweşe.