Li Sûdanê niha jî hawara kolerayê: Herî kêm milyonek zarok di bin xeterê de ne

UNICEF’ê ragihand ku li Sûdanê ji Çileyê vir ve 7 hezar û 700 nexweşên kolerayê hatine dîtin, ji hezarî zêdetirê wan ji 5 salî biçûktir in.

Sûdan – Fona Alîkariya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), têkildarî nexweşîna kolerayê daxuyaniyek nivîskî da. UNICEF’ê diyar kir ku di navbera 15-25’ê Gulanê de hejmara nexweşên kolerayê nêzî 9 qat zêde bûye.

Li gor daxuyaniyê ji Çileya îsal heta niha ji hezarî zêdetir zarokên ji 5 salî biçûktir, bi giştî ji 7 hezar û 700’î zêdetir nexweşên kolerayê hatine dîtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi taybetî jî li Hartumê ji ber şewba ku didome, ji milyonek zêdetir zarok di bin rîskê de ne.”

Rîska xelayê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li welêt ji ber kêmxwarinê 307 hezar zarok di bin rîska xelayê de ne û wiha hat gotin: "Nêzî 26 hezar û 500 ji vana, ji birçîbûnê di vê rewşê de ne.”

Ji xizmetên bingehîn bêpar hatin hiştin

Hat ragihandin ku ji destpêka sala 2025'an vir ve ji 34 hezarî zêdetir mirov vegeriyane eyaleta Hartumê, piraniya wan bi taybetî ji xizmetên bingehîn bêpar in, li xaniyên ruxiyayî yên li herêmên ku ava paqij û sanîtasyon lê tunene hatine bicîhkirin.

UNICEF’ê ragihand ku meha borî ji ber êrîşên dubare yên li hember santralên ceyranê, av kêm bûye û krîz xirabtir bûye, vê yekê jî bandorek mezin li gihîştina ava paqij û pêbawer kiriye.

Banga destekê

Li aliyê din Wezareta Tenduristiyê bang li xêrxazan kir ku desteka ji bo tenduristiyê didin, du qatîn zêde bikin. Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku di nav heftiyek dawî de li çend eyaletan 172 kes mirine û bi tevahî 2 hezar û 729 nexweşên kolerayê hatine dîtin.