Li Sûdanê li dijî mirovahiyê sûc tên kirin: 7 hezar delîl hatin komkirin
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, da xuyakirin ku li bajare Darfûr ê Sûdanê ku gelek pevçûn lê çêbûne, sûcên destdirêjiyê hatine kirin û ji 7 hezarî zêdetir delîl hatine komkirin.

Navenda Nûçeyan – Di nûçeya di sîteya fermî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî sûcên li dijî mirovahiyê ku ji ber pevçûnên di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji 15’ê Nîsana 2023’yan ve heta niha didomin tesbît bûne ragihand.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku li Darfûrê ku pevçûn dijwar bûn, sûcên dijmirovî hatine kirin. Alîkarê Serdozgerê UCM’ê Nazhat Shameem Khan, di daxuyaniya li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê de diyar kir ku li dijî jin û zarokên ji nijadên cuda destdirêjiya sistematik, revandin û êrîş çêbûne.
Ji 7 hezarî zêdetir delîl hatin komkirin
Nazhat Shameem Khan, bal kişand ku ji bo van sûcan bibin dadgehê divê werin belgekirin û hûguliyên lêpirsînên ku ji aliyê Tîma Hevgirtiyên Darfûrê ve hatine meşandin parve kir. Nazhat Shameem Khan, da xuyakirin ku bi serdanên qadên yên ji bo kampên penaberan ên Çadê ji 7 hezarî zêdetir delîl hatine komkirin û hevkariya bi saziyên civaka sivîl û komên mexdûr re hatiye bihêzkirin.
Sivîl û komên alîkariyê dibin hedef
Li gorî daxuyaniya Kofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya NY’ê jî (OCHA) li herêmê konvoyên alîkariyê dibin hedef, nexweşxane tên bombekirin, nahêlin xwarin û av bikevin herêmê. Di serê meha Hezîranê de, di kemîneke li bakurê Darfûrê de, 5 xebatkarên alîkariya mirovî hatin kuştin. Di êrîşên hewayî yên li Kordofana rojava jî, ji 40 kesî zêdetir sivîlên ku di navbera wan de xebatkarên tendirustiyê û nexweş jî hebûn hatin kuştin.
El- Faşir di bin dorpêçê de ye
Li paytexta Darfûra bakur El-Faşirê jî ji ber topên hêzên RSF’ê sivîl nikarin xwe bigihîjînin alîkariyan. Li herêma ku her diçe krîz lê mezin dibe, tê diyarkirin ku şewba kolerayê li herêma ku pevçûn lê heye belav bûye. Hat diyarkirin ku şewbê sînor derbas kiriye, gihîştiye Çad û Sûdana Başûr. Rayaderên tendirustiyê hişyar kirin ku ji ber berdewamiya baranê, çavkaniyên avê yên kêm qirêj bûne û dê şewb diwartir û belavtir bibe.