Li Sûdanê ji ber êrîşên RSF’ê qutbûna ceyranê jinan bêzar dike
Jinên li bajarên Sûdanê yên di bin êrîşên RSF’ê de dijîn, diyar dikin ku ji ber êrîşan ceyran qut dibe, nikarin bighên jeneratoran, derman bibin û bazirganiyê bikin.

MEYSA AL QADÎ
Sûdan – Di vê dema ku şerê li Sûdanê ketiye sala xwe ya dûyem de, Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) bi amûrên bê mirov êrîşên li dijî santrala bakûrê welat bê navber di domîne. Ji ber ku binesaziyên enerjiyê dibin hedefa van êrîşan, li gelek herêmên li eyaletên di bin kontrola artêşa Sûdanê de ceyran tim qut dibe. Ev rewş badorek neyînî hem li sivîlan û hem jî bi hezaran kesên ji cî û warên xwe bûne kir. Tevî qutbûnan jî gelê herêmê sebrek mezin nîşan dide û ketiye nava lêgerînên alternatîf.
‘Qutbûna ceyranê bandorê li jiyana rojane dike’
Dalia Muhemed ku ji Hartumê ye û ji cîhê xwe bûye, diyar kir ku hedefgirtina ceyranê û tesîsên binesaziyan, rasterast zirarê dide sivîlan û êşên wan kûrtir dike. Dalia wiha got: “Qutbûna ceyranê bi taybetî jiyana jinan tengav dike. Di pêkanîna pêwîstiyên xwe yên bingehîn de pirsgirêkên cidî dijîn. Ev qutbûn bandorê li hatina avê jî dike, ev rewş rê li ber pirsgirêkên ava vexwarinê vedike.”
‘Ciyên jeneratoran gelek dûr in’
Daila Mihemed da zanîn ku berê sobeya ceyranê bikar dianî û wiha got: “Ji ber qutbûna ceyranê neçar mam gaz û daran bikar bînim. Ev rewş rê li ber mesrefek din jî vedike. Bi vê qutbûnê re, butçeya malbatê têk çûye. Em xercên xwe yên mehane, di ser bernameyên banqayê dikin. Piştî şer mêran ji derve dest bi kar kirin, hevjînê min jî yek ji wan e û ji me re pere dişîne. Ji ber ku ceyran tuneye, demeke telefona min hat girtin. Ciyên ku jenerator lê ne hem gelek dûr in hem jî gelek qerebalix in. Ji bo şarjê divê em pere bidin û telefon jî baş tije nabe. Her wiha mesafe jî gelek dûr e.”
‘Qutbûna ceyranê bandorê li xizmeta tenduristiyê kiriye’
Daila Mihmed da zanîn ku xwîşk û birayên wê ji ber qutbûna kehrebeyê di xebitîna dersan de zehmetiyan dikşînin û wiha got: “Ji berê vê tenê rojê dikarin ders bixebitin. Qutbûna kehrebeyê bandorê li jiyana rojane dike. Li bazarê de ez bandora vê dibînin. Mînak dema em dixwazin tiştekê tehmîr bikin, ji ber kehrebe nîne, xizmetê nadin. Li gel dayîka xwe me xwest em dan bi hêrin û ar bînin, lê belê xwediyê aş got ji ber qutbûna kehrebeyê ev ne gengaze. Ji ber qutbûna kehrebeyê nirxên xizmetan jî zêde bûye. Ji ber ji bo pêxsitina jeneratoran sotemenî pêwîste û ev malyet raste rast bandorê li me dike. Nan jî nirxê wê zêde bûye. Bi heman awayî xizmeta tenduristiyê jî zêde bûye. Qutbûna kehrebeyê bandore li qada tenduristiyê kiriye. Hem ez hem jî bavê min em tedawiya diranan dibînin.”
‘Encamên rontgenê baş dernakevin’
Dalia Mihemed tengasiyên ku ji ber tunebûna ceyranê dikşînin vegot û wiha dom kir: “Diviyabû rontgen bikşînim, lê belê di dema kişandinê de jenerator ji nişka ve sekinî. Em neçar man cardin bikşînin, lê belê pêwîst nekir em pereyê herdûyan bidin, lê belê hinek kes neçar dimînin pere bidin. Encamên rontgenê zelal derneketin. Bijîşk hindik ma ku diranê şaş derman bike. Bavê min diranê rast nîşan da û rewşê sererast kir. Ev hemû çavkaniya xwe ji nebûna hêza pêwîst a ceyranê digirin.”
‘Qutbûnê bandorek mezin li karê min kir’
Dîna Adam jî destnîşan kir qutbûnên ceyranê, bandorek neyînî li aktivîteyên mirovan ên saetên şevê û derfetên dersxwendina xwendekaran dike. Dîna Adam jî tengasiyên ku dikşînin bi van gotinan anîn ziman: “Ez karê desthineyê dikim û bi piranî jin ji ber ku piştî roj biçe ava tên, saetên şevê dema min a herî mijûl e. Lê belê piştî qutbûna ceyranê ev kar sekinî. Gelek bandor li xebatên me yên bazirganî kir. Ji bo hinek projeyên me sarinc lazim e, dema ceyran tunebe, em neçar in wê bisekinînin.”