Li Sûdanê her diçe krîza tenduristiyê kûrtir dibe
Li gorî NY, bûyerên kolera, nexweşiyên meymûnan û denguyê li Sûdanê bi lez zêde dibin. Her wiha ji ber rewşa şer û pevçûnên berdewam binesaziya tenduristiyê têk çûye û bi milyonan kes bi krîza birçîbûnê re rû bi rû ne.
Navenda Nûçeyan – Di ser pevçûnên li Sûdanê re çar sal derbas dibin, li Sûdanê gelek nexweşiyên ku belav dibin zêdetir dibin û zûtir belav dibin. Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) diyar kir ku rewşa ewlehiyê ya xirab û sînorên li ser hewldanên alîkariya mirovî kontrolkirina şewbên xeternak ên ku bandorê li ser sivîlan dike li gelek welatan, dijwartir dike.
Li gorî OCHA’yê rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî ji bo pêşîgirtina li belavbûna nexweşiyan bi demê re pêşbaziyê dikin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li parêzgeha Kordofana Rojava ku tenê di vê hefteyê de zêdetirî 100 bûyerên gumanbar û bi dehan mirin lê hatine tomarkirin, bersivê dide nexweşiya kolerayê.
Şewba nexweşiya meymûnan li Darfûrê dest pê kir
Di raporê de hat diyarkirin ku guman heye li eyaletên Darfûra Navîn û Başûr ên herêma Darfûrê şewba meymûnan dest pê bike. Her wiha Hat destnîşankirin ku di nava hefteyek de zêdetirî 300 bûyerên gumanbar û mirina 5 kesan hatine tomarkirin. Di heman demê de WHO’yê bi hevkariya rayedarên tenduristiyê yên herêmî kampanyayên derzîlêdana ji bo kolera û sorikan didomîne.
500 bûyerên denguyê hatin tomarkirin
Neteweyên Yekbûyî zêdebûna bûyerên dengueyê li eyaletên bakur û yên Çemê Nîlê ragihand. Hejmara bûyerên gumanbar li eyaletên bakur di meha dawî de sê qat zêdetir bûye û 500’î derbas kiriye.
Binesaziya tenduristiyê tê hedefgirtin
Di daxuyaniyê de hat tekezin ku ji ber pevçûnên li Sûdanê, binesaziya tenduristiyê hê jî tê hedefgirtin. Hat destnîşankirin ku tesîseke tenduristiyê li eyaleta Kordofana Başûr wêran bûye û alavên wê yên tibî êdî nayên bikaranîn.
OCHA’yê bang li aliyên şer kir ku pabendî qanûna mirovî ya navneteweyî bin, sivîlan û binesaziyê biparêzin û gihandina alîkariya mirovî ji bo deverên bi bandor bûne hêsan bikin. Ajansê her wiha destnîşan kir ku kêmbûna fînansmanê berdewamiya operasyonên alîkariyê li welat tehdît dike.
Krîza mirovî kûrtir dibe
Li gorî daneyên herî dawî yên Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ku wekî Çavdêriya Birçîbûna Cîhanî jî tê zanîn, ji sedî 40 zêdetir nifûsa Sûdanê bi bêewlehiya xwarinê ya zêde û dijwar re rû bi rû ye. Berdewamiya pevçûnan û xirabûna şert û mercên ewlehiyê krîza mirovî ya li welat kûrtir dike.