Li Sûdanê êrîş: 511 kes di nav de zarok û kesên temen mezin hatin kuştin
Li gorî rêxistina mafên mirovan "Meşad" di êrîşeke xeternak a li dijî sivîlan de li çend eyaletên Sûdanê, di dema betlaneyên Cejnê de 511 kes, di nav de 18 zarok û hejmarek kesên temen mezin hatin kuştin.
Navenda Nûçeyan – Sûdan şahidiya pêlek nû ya tundiyê dike. Li gor raporên mafên li gelek eyaletan bi awayekê sîstematîk, kuştin, çavtirsandin, binpêkirin û xirabûna rewşa mirovî li Sûdanê zêde bûne.
511 kes di nav de zarok û kesên mezin hatin kuştin
Çavdêriya mafên mirovan "Meşad" duh ragihand ku 511 Sûdanî, di nav de 18 zarok û hejmarek kesên temen mezin, di êrîşên hemwext ên li ser çend eyletên Sûdanê de di betlaneyên cejnê de hatine kuştin. Rêxistinê vê yekê weke xeteriya dijî sivîlan binav kir.
Eyletên ku hatine hedef girtin
Çavdêriyê destnîşan kir ku êrîşan eyaletên Darfûr, Kordofan, Nîla Spî û Bakur hedef girtine û hin ji wan bi karanîna dronan hatine kirin, di encamê de bi sedan sivîl mirin û binesazî û saziyên giştî wêran bûn û tekez kir ku tiştê qewimî wekî tawanên şer ên tam pêk hatiye.
Qanûnên navneteweyî û mirovî binpê dikin
Çavdêriyê pêkanîna êrîşan di betlaneyên cejnê de wek "sûcekî duqat" û binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û mirovî û "pîroziya demê" bi nav kir û daxwaza rawestandina şer û pevçûnan kir. Her wiha bang kirin ku berpirsiyarê êrîşan werin cezakirin.
Aliyên peywendîdar divê tavilê mudaxele bikin
Wî her wiha hemû aliyên peywendîdar bi tevahî berpirsiyarê van tawanan û encamên wan ên mirovî yên giran girt ser xwe û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bicîh bînin û bi lez mudaxele bikin da ku sivîlan biparêzin, gihandina bê asteng a alîkariyên mirovî misoger bikin û tedbîrên bibandor bigirin da ku sûcdarên van binpêkirinan hesab bidin.
2 hezar û 36 rewş hatine tomar kirin
Di heman çarçoveyê de, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji destpêka pevçûnên li Sûdanê di sala 2023an de di 213 êrîşên li ser navendên tenduristiyê de zêdetirî 2 hezar û 36 rewşên mirinê tomar kir.