Li Sûdanê destdirêjî li dijî jin û zarokên keç zêde dibin

Bizîjk Adiba Îbrahim Al-Sayed diyar kir ku li Sûdanê ji dema şer dest pê kiriye ve heta niha bûyerên destdirêji li dijî jin û zarokan zêde bûne û da zanîn ku destdirêjî weke çekê bi kar tînin.

SALMA AL-RASHÎD

Sûdan- Bûyerên destdirêjî li dijî jin û zarokên keç li Sûdanê ku şer berdewam dike zêde dibin. Pisporan bal kişandin ku bûyerên revandin û destdirêjî her diçe zêde dibin. Di daxuyaniyên ku berê hatin dayîn de Neteweyên Yekbûyî hişyarî kiribû ku li welat tundiya li ser bingeha zayendê zêde dibe. Weqfa zarokan rizgar bikin (Save the Children) diyar kir ku hejmara jin û zarokên keç ên ku ji aliyê kesên bi çek ve tên revandin û rastî destdirêjiyê tên gihîştiye asteke bi xeter.

Hejmara bûyerên diqewimin her diçe zêde dibe

Bijîjk Adiba Îbrahîm Al-Sayed da zanîn ku li nexweşxane û navendên tendirustiyê 54 bûyerên nû yên destdirêjî hatine qeydkirin, hejmara bûyeran ji dema ku şer dest pê kiriye ve heta niha gihîştiye 370 bûyeran û wiha got: “Di nîvê meha Nîsanê ya sala borî de di dema şerê li peytexta Sûdan Xertûmê de 14 bûyerên destdirêjî li dijî jin û zarokên keç hatin qeydkirin. Ji vana 8 jê birin nexweşxaneya Başaer li başûrê Hartumê, 4 jê birin nexweşxaneya Omdurman, 2 jê birin nexweşxaneya Al Noh. Di heman demê de 3 bûyerên destdirêjiyê li Al- Fasher, 13 bûyerên destdirêjiyê Al Geneina, 13 bûyerên destdirêjiyê Nyala, 15 bûyerên destdirêjiyê hatin qeydkirin.”

‘Destdirêjî êrîşek sîstematîk e’

Adiba Îbrahîm Al-Sayed da zanîn ku ji ber tirsa gotinên civakê hejmarek zêde ya kesên ku rastî destdirêjiyê hatine xwe nagihîjînin nexweşxaneyan û got: “Destdirêjî sûcekî ku li gorî hemû zagonan divê were cezakirin e. Wijdana mirov û civakê dihejîne. Êrîşên destdirêjiyê li dijî jinan sîstematîk in. Li herêmên ku şer lê heye êrîşên destdirêjiyê zêde dibin û ji ber vê jî divê dawî li şer were.”

Adiba Îbrahîm Al-Sayed destnîşan kir ku hişmendiya belavbûna destdirêjiyê bi şerê 7’ê Nîsanê dest pê nekiriye û wiha got: “Bûyerên destdirêjiyê di sala 2019’an de di dema belavkirina çalakiya rûniştinê ya şoreşa Sûdanê de zêde bûn. Mexdûrên ku belge dikin ku ev êrîş ji aliyê herdu aliyan ve tên kirin hene. Êrîşên zayendî yên li dijî jin û zarokên keç, ji ber bandorên wê yên demdirêj, ji ber sûcek tevlihev e û divê weke sûcê li dijî mirovahiyê werin destgirtin.”

‘Şermezarkirin tenê têrê nake’

Adiba Îbrahîm Al-Sayed bal kişand ser girîngiya piştgiriya ji bo mexdûran û wiha domand: “Dema piştgiriya psîkolojîk neyê dayîn wê rê li ber bûyerên întiharê veke. Wê bandorê li ser malbat û civakê bike. Şermezarkirina di asta herêmî û navneteweyî de bi giştî sivîl û bi taybetî êşên jin û zarokan bi dawî nake. Divê bûyerên destdirêjî hem fizîkî û hem jî psîkolojîk were tedawîkirin. Ji derveyî mudaxeleya tibî ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyên bi riya zayendî belav dibin em pêkanînek e protokolî dixwazin. Em dabînkirina derman û şopandina wê dikin. Piraniya bûyerên ku digihîjin nexweşxaneyan wê kêliyê yan jî li navendên tendirustiyê tên tedawîkirin.” 

‘Korîdoreke bi ewl nîn e’

 Adiba Îbrahîm Al-Sayed amaje bi wê yekê kir ku ji ber şer jin di xwegihandina nexweşxane û nevanedên tendirustiyê de zehmetiyan dikşînin û got: “Ji ber şer yek ji zehmetiyên herî mezin astengkirina personelên tibî ye, nexweşxane û nevendên tendirustiyê gelek caran bûn hedef. Di herdu aliyên şer de milkên li herêmê didizin û digrin. Ji ber vê nexweş neçar dibin biçin nexweşxaneyên herêmên dûr, ev jî gelek zehmet e, bi taybetî ji bo zarokan.”

‘Gelek kesên ku rastî van bûyeran hatine û xwe negihandine me hene’

Îbrahîm Al-Sayed bi bîr xist ku di destpêka şer de hejmara bûyerên destdirêjiyê nêzî 61 bû, herî dawî ev tişt got: “Piştre li gelek bajarên welat gihîşt 370 bûyeran. Herdu aliyên şer destdirêjiyê weke çekê bi kar anîn. Ev tenê bûyerên ku tên saziyên tendirûstiyê ne, hejmarek zêde ya ku nehatine qeydkirin û ji ber tirsê xwenegihandine hene. Em weke bişîjk û şopdarên binpêkirinên mafan piraniya mexdûran protokol temam nakin û her dem muayeneya ku divê bê kirin, piştî destdirêjiyê herî zêde sê meh digre. Kesên ku navê xwe nadin an jî navê xwe yê rast nadin û hejmara telefonê nadin hene. Ev jî ji bo şopandina me ya rewşa wan û temamkirina protokola tedawiyê ji bo rê nîşan bidin zehmet dike.”