Buroya Jin a Şaredariya Hesekê ji bo jinan projeyan pêş dixe
Rêvebera Buroya Jin a Şaredariya Gel a Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mona Muhammed diyar kir ku tevî êrîşan ew ê projeyên xwe yên ji bo jin û zarokan bi biryardarî bidomînin.
DELAL REMEZAN
Hesekê – Buroya Jin a Şaredariya Gel a Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bihêzkirina jinan û parastina zarokên koçber di warê aborî de gelek projeyan pêş dixe. Rêvebera Buroya Jin a Şaredariya Gel a Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mona Muhammed xebatên xwe ji ajansa me re vegot.
Mona Muhamed diyar kir ku ji bo birêxistinkirina jinan di nava şaredariyê û derveyî şaredariyê de dixebitin, her wiha komînên jinan seferber dikin û li çar şaredariyên bajêr perwerdehiya hişmendiyê lidardixin. Mona Muhammed her wiha destnîşan kir ku jin di serî de rêveberî di hemû deste û komîteyan de cih digirin.
Ji bo jin û zarokan dixebitin
Mona Muhammed diyar kir ku projeyên Buroya Jin a Şaredariya Gel a Hesekê her sal tê destpê kirin û destnîşan kir ku projeya Ahlan Simsim beriya 6 mehan bi hemahengiya rêxistineke navneteweyî hatiye ragihandin. Mona Muhammed di berdevamiya axaftina xwe de teqezî bi vê yeke kir ku ew ji bo pêşxistina perwerde û jêhatîbûna zarokan di nava rêze çalakiyan de ne û diyar kir ku projeyên çandiniyê hem ji bo malbatan hem jî ji bo zarokan tên meşandin û her hefte bi malbatan re danişînên diyalogê li dar dixin.
Ji bo zarokan projeyên nû
Mona Muhammed got ku projeyên wan ê herî girîng tekoşîna karkeriya zarokan û zarokên bê mal re mijûlbûyîne û wiha berdevam kir: “Me Projeya Parastina Zarokan jî bi koordîneya li gel Komîteya Jinan da destpêkirin. Li bajarê Hesekê ji bo zarokên ku li kolanan parsekiyê dikin komîteyên taybet tên avakirin û zarokan dibin navendê. Ji bo ev bûyer careke din neqewime, di doza yekem de cezayê pereyan li malbatan tê birîn. Ew ji bo Navenda Parastina Zarokan a bajarê Qamişlo tê veguhestin. Ger zarok bibin navendê, ji bo perwerdekirin, hişyarkirin û pêşxistina şarezayên wan tê dayîn."
Teşwîqî xebatên çandiniyê dikin
Mona Muhammed diyar kir ku projeyên çandiniyê di plansaziyên salane yên Buroya Jin de xwedî girîngiyeke mezin in, di têkoşîna li dijî bêkarî û parsekiyê de cih digirin û gelek jin ji bo başkirina şert û mercên jiyana xwe ji wan sûd werdigirin. Mona Muhammed got, “Dê li bajar û gundan derfetên kar ji jinan re bê dayîn û bi saya vê piştgiriyê dê diyardeya bêmaliyê ji holê bê rakirin. Zarokên ku parsekî bi wan tê kirin dê biçin dibistanê, perwerdehiya xwe biqedînin û derfetê jiyana zaroktiya xwe bi dest bixin."
Armanca me ew e ku jin di warê aborî de bi hêz bibin
Derbarê projeyên pêşerojê de Mona Muhammed wiha got: “Projeya me ya kluba werzîşê ya jinan û projeya atolyeya dirûtinê heye ku hêj di qonaxa cîbicîkirinê de ye. Ji aliyê din ve amadekariyên vekirina gelek projeyan tên kirin, di serî de bazara gel a jinan û ofîseke kirtasiyan. Armanca me ya dawî ew e ku jin di warê aborî de bi hêz bibin. Bi saya projeyên xwe yên cihê, em dixebitin ku ji bo hejmara herî zêde jinan derfetên kar peyda bikin. Ev proje ji bo ku bi xwe bawer bin, piştgiriya madî û manewî didin wan. Em ê tevî şert û mercên dijwar ên aborî yên ku herêm têre ji ber dorpêçkirin û êrîşan berdewam dikin xebatên xwe bidomînin."