Li Sûdanê binçavkirina bijîşkan zêde dibe
Tora Bijîşkên Sûdanê, ragihand ku di rojên dawî de hinek bijîşkan ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine girtin û diyar kir ku rewşa xebatkarên tenduristiyê xirabtir dibe.
Navenda Nûçeyan – Sûdan, bi berdewamiya pevçûnan re rastî qeyranekî tenduristiyê ya pir giran tê. Zêdebûna hedefgirtina xebatkarên tenduristiyê, binçavkirina bijîşkan, hilweşîna berfireh a sektora tenduristiyê re û nebûna xizmetên bingehîn, gef li jiyana bi hezaran nexweşan dixwe.
Tora Bijîşkên Sûdanê, di daxuyaniya xwe ya dawî de piştrast kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn di rojên dawî de hinek bijîşk binçavkiriye û heta niha cih û rewşa tenduristiya bijîşkan nayê zanîn.
Torê, diyar kir ku ev bûyeran bi taybetî li herêmên pevçûnê der barê ewlehiya xebatkarên tenduristiyê de fikarên mezin ava dike û zêdebûna raporên ku bijîşk û navendên tenduristiyê rasterast tên hedefgirtin, êşa sivîlan zêde dike, wan ji dermankirin û xizmetên tenduristiyê ya herî bingehîn bêpar dihêle.
Torê, da zanîn kesên ku binçavkirinan pêkanîne, bi tevahî berpirsiyarê jiyana bijîşkan e û daxwaz kir ku demildest cihê kesên hatine binçavkirin were eşkerekirin, ewlehiya wan were misogerkirin û bê şert û merc werin berdan.
Pergala tenduristiyê ya Sûdanê, ji ber pevçûnên domdar, kêmbûna pêdiviyên bijîşkî û bê xizmetbûna gelek nexweşxaneyan hilweşînêre rûbirû ye û her pêkanîna li dijî bijîşkan gefê li jiyana bi hezaran nexweş û birîndaran dixwe.