Rojîn Mûsê: Armanc bi sînordarkirina zimanê Kurdî tunekirina wê ye

Mamosteya beşa wêjeya Kurdî Rojîn Mûsê diyar kir ku biryara sînorkirina perwerdeya Kurdî bûye sedema berteka mamoste û xwendekaran li Rojavayê Kurdistanê, got ku divê Kurd û kesên eleqedar zimanê Kurdî bikin xala sereke ya xebatê.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Ziman tenê amûrek ji bo axaftinê nîne; bîranîn û nasnameya gelan e. Zimanê dayîkê jî dengê yekem e ku zarok bi wê dinyayê nas dike, ji ber vê yekê parastina wê tenê parastina peyvan nîn e, parastina hebûn û nasnameyê ye. Li hemberî biryara 27’ê Tebaxê ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya sînor ji dersa zimanê Kurdî re datîne, nerazîbûna gel, mamoste û xwendekaran li Rojvayê Kurdistanê her diçe zêdetir dibe. Bi çalakî û gavên berdewam, dixwazin bidin nîşandan ku zimanê Kurdî ne tenê di polên waneyan de ye; di jiyana civakê de jî divê bijî û were pêşxistin. Ji ber ku ji bo zimanê Kurdî salên dirêj şoreş û têkoşîn hatiye kirin. Ji bo parastina wî û gihîştandina nifşên pêşerojê pêwîstî berdewamkirina perwerdeyê heye.

Mamoste Rojîn Mûsê, ku derçûya Zanîngeha Rojava ya beşa Wêjeya Kurdî ye, nerazîbûna xwe li dijî biryara 27’ê Tebaxê ku Zimanê Kurdî tenê bi sê waneyan di hefteyê de sînordar dike anî ziman.

‘Bi riya biryara 27’ê Tebaxê dixwazin zimanê Kurdî ji holê rakin’

Rojîn Mûsê diyar kir ku hikumeta demkî dixwaze li gorî hişmendiya xwe zimanê Kurdî sînordar bike û di dawiyê de ji holê rake û wiha dest bi axaftinên xwe kir: “Em wekî mamoste û xwendekar ku 12 sal in bi zimanê Kurdî dixwînin û fêr dibin, li hemberî van biryaran nerazîbûna xwe nîşan didin. Dema ku madeya 13’an hat ragihandin, em li dijî wê sekinîn lê mixabin tu kesê nêrînên me li ber çavan negirt. Her wiha biryara 27’ê Tebaxê ya der barê zimanê Kurdî de jî biryarek ne di cih de ye. Ev biryar ji me re tê vê wateyê ku dixwazin bi rengekî siyasî û li gorî hişmendiya xwe ya yekalî û yekrengî, zimanê Kurdî sînordar bikin û di dawiyê de ji holê rabikin.”

‘Bila mamoste û xwendekar li hemberî polîtîkayên dijî zimanê Kurdî bêdeng nemînin’

Rojîn Mûsê da zanîn ku mamoste û xwendekar li Rojavayê Kurdistanê bi salan e xwedî li zimanê Kurdî derketine û wiha pê de çû: “Hikumeta demkî ku hatiye Sûriyeyê birêve bibe, dixwaze li hemberî Rojavayê Kurdistanê raweste, maf û nasnameya gelê Kurd binpê bike û pêwîstiyên wan tune bike. Helbet, mamoste û xwendekarên ku xwediyên pênûsa pîroz in û bi salan e xwedî li zimanê Kurdî derdikevin wê li hemberî van polîtîkayan rawestin û nerazîbûna xwe bi awayekî eşkere nîşan bidin.”

‘Em ne li dijî fêrkirina zimanên cuda ne’

Rojîn Mûsê destnîşan kir ku ew ne li dijî fêrkirina tu zimanî ne û wiha domand: “Em ne li dijî fêrkirina zimanên din in lê nerazîbûna me ji vê yekê ye ku dema ji bo fêrkirina hemû zimanan erê tê gotin, di heman demê de zimanê Kurdî tê sînordarkirin û tunekirina wê tê xuyakirin. Ez wekî derçûya Zanîngeha Rojava ya beşa Wêjeya Kurdî ger wêjeya Kurdî wekî materyal di nava waneyên perwerdeyê de cih negire, ez ê paşê çi bibêjim ji xwendekaran re? Di heman demê de, xwendekarên ku fêrî Wêjeya Kurdî bûne û wê wekî têgehek bingehîn nas kirine, dema ji me bipirsin ev têgeh çû ku derê? Gelo em ê çi bersiv bidin.”

‘Bi vê yekê re dîrok û çanda Kurdî jî tune dikin’

Rojîn Mûsê destnîşan kir ku pêwîst e parlamenterên li ser navê Kurdan dixebitin zimanê Kurdî wekî xala sereke û bingehîn a xebata xwe bigrin dest û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Dema ku wêjeya Kurdî tune dikin, bi vê yekê re dîrok û çanda Kurdî jî tune dikin. Her dem li gelê Kurd bi çavê lawaziyê dinêrin. Divê her Kurd û xwendekar nerazîbûna xwe nîşan bide. Hêviya me ew e ku civaka Kurd û kesên eleqedar zimanê Kurdî bikin xala yekemîn a xebata xwe. Ji ber ku gelê zimanê xwe winda bike, di dawiyê de wê hebûna xwe jî winda bike.”