Li Stockholmê Konferansa Platforma Demokratîk a Jinan a Navneteweyî tê li dar xistin

Li paytexta Îsveçê Stockholmê, bi armanca 3’emîn salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî" û bibîranîna berxwedana girtiyên siyasî, Konferansa Platforma Demokratîk a Jinan a Navneteweyî tê li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Platforma Demokratîk a Jinan a Navneteweyî, bi armanca 3’emîn salvegera serhildana “Jin, Jiyan,Azadî" û bibîranîna berxwedana girtiyên siyasî li paytexta Îsveçê Stockholmê, konferansek lidardixe. Konferansa ku bi dirûşmeya “Bi Hevre ji bo Azadî, Wekhevî û Rizgariyê” tê lidarxistin, hewil dide bîranîna têkoşîna jin û gelê Îranê ya li dijî hikûmeta Komara Îslamî û kesên ku di bin şert û mercên herî dijwar de jî ala azadiyê bilindkirine, zindî bike.

Konferans, bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" dest pê kir û di axaftina vekirinê de Zeyneb Celaliyan ku yekane girtiya siyasî yê cezayê mueta hetayê lê hatiye birîn û şehîdên serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" hate bi bîr anîn.

Di destpêka konferansê de, peyamek bi zimanên Farisî, Azerî, Erebî, Belûçî û Kurdî hate xwendin.

Piştî axaftina vekirinê, vîdyoyek hate nîşandan. Di vîdyoyê de dîmenên girtyên siyasî Pexşan Ezîzî û Werîşe Moradî û Şerîfe Mihemedî yên mehkûmê cezayê darvekirinê hatine kirin, wêneyên xwepêşandanên serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" û kesên ku di serhildanê de jiyana xwe ji dest dane hate nîşandan.

Di vîdyoyê de ev peyam hate dayîn:

"Di sê salên dawî de, li Îranê di polîtîkayên navxweyî û derveyî de gelek guhertin çêbûn û bi taybetî jî zextên li dijî jinan zêdebûn. Lêbelê, hêza bingehîn a van guhertînan, çalakiyên civakî û bi taybetî jî jin û ciwanan in. Jin, bûn pêşengên guherîna civakî û aştiyê û kolanan veguherandin qadên berxwedanê.”

Di vîdyoyê de, behsa dersînorkirina penaberên Efganî ya ji Îranê û rewşa jinên ku vediguherînin Efganistanê ya di bin desthilatdariya Talîbanê de. Her wiha balekişandin, li ser rewşa hin girtiyên jin ên ku mehkûmê cezayê darvekirinê hatine kirin.

Konferans, ji du panelan pêktê. Zehra Mûsawî, Behram Rehmanî, Meryem Fethî, Leyla Qelabanî û Ehmed Eskendarî wek axaftvan di konferansê de cihgirtin. Çalakî dê bi konsera komeke muzîkê ya Mezopotamyayê û performansa dansê ya hunermendê Efganî Merwarîd bi dawî bibe.

Her wiha di konferansêd de pêşangeheke hunerên dîtbarî, wêneyên cangoriyên jin ên serhildana "Jin, Jiyan, Azadî", wêne û berhemên Medîye Mîrhabîbî, peykerên Siwan Saidî û pêşangeheke wêneyê ya Meryem Eşrefî jî dê cihbigre.