Li Stenbolê herî kêm 216 kes hatin binçavkirin

Di encama êrişa polîsan a li dijî kesên dixwestin ber bi Taksîmê ve dimeşin de herî kêm 216 kes hatin binçavkirin.

Stenbol – Polîsan li gelek noqteyan êrişî karker û kedkarên dixwestin 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Taksîmê pîroz bikin û dimeşiyan kirin. Gelek kes di êrişan de hatin bnçavkirin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê têkildarî binpêkirin û binçavkirinan maseya krîzê ava kir. Şaxê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da û got ku di encama êrişên polîsan de herî kêm 216 kes hatin binçavkirin.