Li Sistan û Belûcistanê xwendekar di konan de ders dibînin
Li dibistaneke li Sistan û Belûcistanê xwendekar di konek de bi daran agir vêdixin û ders dibînin. Dîmenê xwendekaran, newekheviya di warê perwerdeyê ya li herêmên sînor careke din anî rojevê.
Navenda Nûçeyan – Li eyaletên Sistan û Belûcistan ên Îranê dîmenên ku newekheviya di qada perwerdeyê de nîşan didin, derketin holê û di raya giştî de deng vedan. Li herêmeke bejahî ya li Qada Avî ya Cezmûriyan, li Dibistana Seretayî ya Şehîd Îbrahîm, xwendekar di bin konek de, bi êzingên ku berhev kirine agir vêdixin û ders dibînin. Vê dîmenê ku derket holê, kêmasiyên pergalî yên bi salan e didomin û îhmalkariya li ser herêmên sînor careke din anî rojevê. Wêne û vîdyoyên ku li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin; nîşan didin ku zarok ji mafê bingehîn ê perwerdeyê bêpar in, di mercên xirab de dixwînin. Vê rewşê der barê polîtîkayên dewletê yên perwerdeyê, taybetmendiyên butçeye û belavkirina çavkaniyên giştî de pirsên mezin bi xwe re anî.
Rêjeya devjêberdana dibistanê zêde dibe
Li Îran û bajarên sînor krîza perwerdeyê ne tiştek nû ye. Analîzên serbixwe û bi dane, nîşan didin ku ku li Sistan, Belûcistan û herêmên derdorê rêjeya dev ji dibistanê berdan û ji perwerdeyê bêpar mayîn gelek zêde ye. Hejmarek zêde ya zarokan, nikarin xwe bigihîjînin dibistan û heta banek sexlem ku serê xwe bêxin êde nîn e. Li gorî raporan, li hinek herêman rêjeya devjêberdana dibistanan bi awayek xeter zêde bûye, ji ber nebûna çînên standard û perwerdeya bingehîn, malbat zarokên xwe naşînin dibistanê yan jî xwendekar ji neçarî li cihên ji derveyî standardan perwerde dibînin.
Krîza perwerdeyê kûr bûye
Li gorî daneyên fermî û serbixwe, li gelemperî welat krîza perwerdeyê kûr bûye. Li gorî analîz û raporên sivîl, di salên dawî de nêzî 1 milyon zarok an ji perwerdeyê bi temamî bêpar mane, yan jî dev ji dibistanê berdane. Ev rewş li bajarên weke Sistan û Belûcistanê gelek diyar e. Li gorî aktivîstên xwecihî yên perwerdeyê, mesrefên derveyî qeydan, mesafeyên dûr ên dibistanê û nebûna derfetê bingehîn di nava sedeman de cih digre.
Aktivîstên xwecihî û rêxistinên mafên mirovan, diyar dikin ku belavkirina van dîmenan di demeke ku butçeya sala bê hat erêkirin de, di pêşekên xerckirinên civakê û rêvebirina çavkaniyan de nişanên pirsê derdixwe. Li gorî wan herêmên derdor û xizan ji derfetê perwerdeya bingehîn bê par tên hişitin. Kampanyaya aktivîstên Beluc ev rewş wek ‘mînaka bê edalete a vekirî ya belavkirinê’ bi nav kirin.
Bînesaziyên perwerdê di hilweşin
Li gorî lêkolînên qadê û raporên xwecihî, li herêmên sînor bi caran binesaziyên perwerdeyê hilweşiyane. Nebûna navendên tenduristiyê yên nêz, pirsgirêka xwegihandina ava paqij û nebûna çolên bi ewle, ji bo zarokên ku di konan de perwerde dibîne xeteriyek mezin e. Saziyên sivîl hişyarî didin ku domandina vê rewşê, bandorên neyênî yên demdirêj li ser fizîkî û ruhê zarokan dike.
Divê dibistanên sexlem bên avakirin
Komîteyên xwecihî û mamosteyên li herêmê, destnîşan kir ku hewldanên gel ji bo pêkanîna derfetên bingehîn û perwerdeyê cihê teqdîrê ye. Saziyên civaka sivîl ku di qada perwerdeyê de xebat didin meşandin daxwaz dikin ku divê alîkariya mirovî ya lezgîn bê pêkanîn û dest bi avakirina avahiyên dibistanên ku xwe li ber baran û sermayê digrin bê kirin.
Herî dawî aktivîstên civaka sivîl, destnîşan kirin ku divê daneyên fermî yên der barê hejmara dibistanên ne sexlem, zarokên ku ji dibistanê qut bûne û parojeyên başkirina perwerdeyê bi awayekî zelal eşkere bikin û butçeyên salane, bi awayê ku pêşî li dubarebûna vê dika dibistana kon a li Cazmuriyan bigre, bi awayekî bi armanc bê erêkirin. Dema ev nûçe hat amadekirin, Wezareta Milî ya Perwerdeyê, yan jî saziyên fermî der barê dîmenên hat parvekirin de daxuyaniyeke fermî nedabûn.