Li Silêmaniyeyê sêyemîn pêşangeha Hunerê ya Zarokên Otîstîk vebû
Îro, pêşangeha sêyemîn a hunerî ya Navenda Otîzmê ya Silêmaniyê, bi sernavê "Dema ku Peyv Bêdeng Dibin, Huner Diaxive, Bi Hev re Ber bi Cîhaneke Têgihîştinê ve” vebû.
Silêmani – Îro li Silêmaniyê, pêşangeha sêyemîn a hunerî, ku bi taybetî ji bo zarokên otîstîk hatiye çêkirin û bi sernavê "Dema ku Peyv Bêdeng Dibin, Huner Diaxive, Bi Hev re Ber bi Cîhaneke Têgihîştive " ji hêla Navenda Otîzmê ya Silêmaniyê ve hate organîzekirin. Di çarçoveya pêşangehê de, malbatên zarokan bal kişandin ser zehmetiyên ku ew di mezinkirina van zarokan de pê re rû bi rû dimînin û daxwaza bêtir baldariyê û piştgiriyê kirin.
‘Dozên otîzmê ji hev cûda dibin’
Soma Selam, yek ji dayika zarokekî otîstîke axivî û got: “Dozên otîzmê ji hev cûda dibin. Ez û mêrê min li malê di mezinkirina zarokê xwe de bi berdewamî piştgiriyê didin hev; zarokê me roj bi roj mezin dibe. Mamosteyên li navendê jî piştgiriyek pir baş didin me.”
Wê her wiha li ser aliyê psîkolojîk ê çalakiyê jî rawestiya û got: “Organîzasyona pêşangehên wiha ji bo zarokan ji hêla psîkolojîk ve pir sûdmend e.” Derbarê rola saziyên têkildar de, wê diyar kir ku hikûmet piştgiriyek têrker ji bo zarokên otîstîk peyda nake û tekez kir ku ev pirsgirêk divê bi ciddîtir were çareser kirin. Ji ber ku ev zarok hewceyê lênêrînek taybetî ne.
‘Divê çalakiyên hunerî û civakî berdewam bikin’
Ji aliyekî din ve, Awar Osman, dayika zarokekî din ê otîstîk, bal kişand ser zehmetiyên mezinkirina zarokên xwe û got: “Ez her roj zarokê xwe tînim navendê. Berpirsiyarî û westandina mezinkirina zarokekî otîstîk ji ya zarokekî normal pir mezintir e. Her çend zarokekî normal dikare tiştekî di carekê de fêr bibe jî, ev zarok hewce ne ku heman tiştî gelek caran dubare bikin da ku fêr bibin.”
Awar Osman her wiha diyar kir ku piştgiriya ku ji hêla hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji vê komê re tê dayîn têrê nake û got ku ev zarok hewceyê piştgiriya darayî û derfetên pêşveçûnê yên bêtir in. Di dawiyê de, wê tekez kir ku divê çalakiyên hunerî û civakî yên bi vî rengî berdewam bikin ji ber ku bandorek rasterast û erênî li ser pêşkeftina zarokan dikin.