Li Silêmaniyê paneleke li ser fermana Şengalê hat lidarxistin

Salvegera 12’emîn a komkujiya li dijî gelê Şengalê, bi panelek bi beşdariya çalakvan, partiyên siyasî û welatiyan hat bibîranîn. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku tu çeteyek nehatiye darizandin.

Silêmanî – Li Bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, bi boneya 12’emîn salvegera ferman û komkujiya Şengalê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve di 3’yê Tebaxa 2014’an de li serê gelê Êzidî hat rakirin panelek hat lidarxistin. Di encama wê komkujiyê de bi sedhezaran Êzidî ji cih û warê xwe bûn, bi dehan komkujiyên dermirovî pêk hatin û bi hezaran keç û jinên Êzidî hatin revandin, dîlgirtin û li bazaran hatin firotin.

Duh ji aliyê Rêxistina Azadbûn ve panelek bi sernavê “Jibîrkirina edalet û veguhestinê û îhtîmala dubarekirina sûcên navneteweyî û destdirêjiyên zayendî yên DAIŞ’ê li dijî jinên Êzidî” hat lidarxistin. Di konferansê de çalakvan û lêkolîner Dr. Xaşa Dara Hefîz beşdar bûye axaftinek kir.

Destpêka konferansê û bîranîna pakrewanan

Panelê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna tevahî pekrewanan, bi taybetî jî yên fermana Şengalê, dest pê kir. Piştre çalakvan Dr. Xaşa Dara Hefîz di serî de diyar kir ku di ser komkujî, ferman û destdirêjiya zayendî ya ku li Şengalê li dijî jinên Êzidî û gelê Şengalê pêk hatiye re 12 sal derbas bûne.

‘Tu terorîstê DAIŞ'ê ji ber destdirêjiya zayendî nehatiye cezakirin’

Dr. Xaşa Dara Hefîz bal kişand ser nebûna dadmendiyê û got: “Lê hê jî tu terorîstê DAIŞ’ê ji ber destdirêjiyên zayendî yên li dijî jinan di dadgehan de nehatiye cezakirin û darizandin. Ne tenê Iraq, li tevahiya cîhanê mafên Êzidiyan paşguh dike; bi taybetî piştî destdirêjiya zayendî ya li ser jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve."

Her wiha diyar kir ku gelek jin nikarin vegerin ba malbatên xwe ji ber ku zarokên wan bi çeteyên DAIŞ’ê re hene û ji ber ku ev zarok bêbav in, civak û çanda Êzidî wan qebûl nake û ew bê nasname dimînin.

Dîroka damezrandina DAIŞ’ê û peymanên navneteweyî

Di berdewamiya axaftinê de, Dr. Xaşa behsa dîroka rêxistinên tundrew kir û destnîşan kir ku di sala 2013’an de bingeha DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê hatiye avakirin. Her wiha bal kişand ser peymanên navneteweyî yên têkildarî parastina rûmet û mafên mirovan û wiha domand: “Peymana Laheyê ya 1907’an her çendî rasterast behsa lêdan û destdirêjiya zayendî neke jî dibêje ku divê rûmeta malbatê were parastin û armanc dike ku pêşî li tundiyê bigre. Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan behsa pêşîgirtina li koletiyê, di nava de koletiya cinsî jî dike.”

Wêrankirin koçberî û zehmetiyên li Çiyayê Şengalê

Dr. Xaşa Dara Hefîz da xuyakirin ku bi dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê ji Şengal û derdora wê re, wêrankirina perestgehên Êzidiyan û komkujiya sivîlan tavilê dest pê kir. Bi hezaran Êzidî, bi taybetî mêr û zarok, hatin kuştin û got: “Di dema êrîşê de, bi qasî 50 hezar kes çûn Çiyayê Şengalê û li wir ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin dorpêçkirin. Di nav sê rojan de, bi dehan Êzidî ku piraniya wan zarok bûn, ji tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.

Wê her wiha destnîşan kir ku li Iraqê qanûnên pêwîst ji bo çareserkirina van pirsgirêkan nayên danîn, berevajî hinek welatên ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn zarokên di encama tundiyê de ji dayik bûn, bi navên dayikên xwe tomar kirin da ku wekî mirovên normal bijîn.

Şêx Mihemed Emîn: Divê wekî jenosîd were naskirin

Di dawiya konferansê de, endamê Lijneya Bilind a Yekîtiya Kevnên Şer a Kurdistanê, yê Mehabadê Şêx Mihemed Emîn axivî û got: “Di salvegera jenosîda li ser Êzidiyan de hemû şehîdên xwe xwişk û birayên xwe yên têkoşer bi bîr tînin. Gelek ji wan kesên ku hatin dîlgirtin, birin welatên din, bi taybetî jinên ku hatin kirîn û firotin. Ev tawanek mezin e, di asta navneteweyî de û ji aliyê dadgehên navneteweyî û dadgehên fermî ve wekî jenosîd tê hesibandin. Ger ev wekî tawanekî li dijî mirovahiyê neyê naskirin, ez bawer dikim dê êrîş berdewam bikin.”