Li Silêmanî têkildarî tundiya sîber panelek hat lidarxistin
Li Zanîngeha Silêmaniyê, bi armanca pêşxistina rêbazên ku civak û ciwan çawa li dijî tundiya dîjîtal derdikevin û fêrbûna qanûnên têkildarî tundiyê, panelek hate li dar xistin.
Silêmanî – Zanîngeha Silêmaniyê, ji ber zêdebûna bûyerên tundiya dîjîtal ku gef li ewlehiya jinan dixwo û îstîqrara civakê xira dike, bi armanca fêrkirina xetereyên vê diyardeyê û rêyên parastina yasayî ya li dijî tundiyên bivî awayî, panelek li dar xist.
Panela ku îro li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Silêmaniyê hate li dar xistin, di çarçoveya Kampanyaya Çalakiyên 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de hate li dar xistin.
‘Beşdariya jinan a rolên siyasî bi awayekî pergalî hate qelskirin’
Doçent Sayran Taha Ehmed a ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Silêmaniyê, bi van gotinan armanca panelê anî ziman: "Armanca ev panela ku di çarçoveya Kampanyaya Çalakiyên 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de hate lidarxistin, bilindkirina hişmendiya civak û ciwanan a dijî derketina tundiya dîjîtal e. Her wiha der barê tundiya dîjîtal û bandorên wê de nîqaş hatin meşandin. Tundiya civakî û siyasî ya ku jinên li Iraq û Herêma Kurdistanê pê re rû bi rû dimînin, wan neçar kiriye ku ji siyasetê vekişin.”
Sayran Taha Ehmed, der barê dûrxistina jinê ya di aliyê qanûnî de jî wiha got: “Jin ji ber gef û tacîza dîjîtal nikarin beşdarî siyasetê bibin an jî bikevin parlamentoyê. Tundiya elektronîkî jinan û zarokên wan dixe xeterê. Li dijî sûcdarên tundiya dîjîtal tu cezayên qanûnî yên bi bandor nîne û piraniya dozan bi cezayên pereyan encam dibe û ev yek jî beşdariya siyasî ya jinan qels dike.”
‘Par li Iraqê ji ber tundiya dîjîtal zêdetirê 180 cînayetên jin hate tomarkirin’
Panelîstek din jî, wiha got: "Tundiya li dijî jinan, li pêşiya pêşkeftina domdar astengiyek e. Li gorî daneyên NY’ê, ji her sê jinan yek rastî tundiya dîjîtal tê û par li Iraqê ji ber tundiya dîjîtal zêdetirê 180 cînayetên jinan hate tomarkirin. Zordestiya sîber û tundiya li dijî jinan, gefa cînayetê li jinan dixwo an jî ber bi xwekuştinê ve dibe."
Panelîst, balkişand li ser rola qanûnê ya di têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal de û got: "Li Iraqê ji bo têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal qanûnek ji 14 madeyan pêktê heye, lê em bawer dikin ku ger jinek rastî tundî an jî cînayetê were, divê qanûn cezayên dijwartir bide.”